TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir 2024-05-17 11:28:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya TUÎK’ê; rêjeya bêkariyê di çaryeka yekemîn a îsal de li gorî çaryeka bertirê ji sedî 0,1 kêm bû û bû ji sedî 8,7.    Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a Navmalî; di çaryeka yekemîn a sala 2024’an de hejmara bêkarên 15 salî û bi ser vî temenî de li gorî çaryeka bertirê 30 hezar kes zêde bûn û hejmara bêkaran bi giştî bû 3 milyon û 105 hezar. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 kêm bû û bû ji sedî 8,7. Rêjaya bêkariyê di nava zilaman de weke ji sedî 7,2 û di nava jinan de jî weke ji sedî 11,7 hate texmînkirin.    Di daxuyaniya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de hat destnîşankirin ku rêjeya îstîhdamê ya ji bandora demsalê hatiye safîkirin bû ji sedî 49,3. Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin jî di çaryeka yekemîn a sala 2024’an de li gorî çaryeka bertirê 534 kes zêde bû û bû 32 milyon û 442 hezar kes. Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî 0,7 zêde bû û bû ji sedî 49,3. Ev rêjeye di nava zilaman de ji sedî 66,6 û di nava jinan de jî ji sedî 32,4 hate destnîşankirin.