DÎLOK - Hêzên ked û demokrasiyê yên Dîlokê dê 1’ê Gulanê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbey pîroz bikin.
Hêzên ked û demokrasiyê yên Dîlokê, ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê amadekariyên xwe temam kirin. Sazî û dezgehên DÎSK, TTB, TMMOB û Turk-Îş ji bo amadekariyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê berî çand rojan hatibûn gel hev û dest bi amadekariyan kiribûn. Pîrozbahiya îsal dê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbey pêk bê. Endamên rêxistinên civaka sivîl û konfederasyona sendîkayan dê di saet 11.00’an de li parkê kom bibin û daxwazên xwe bînin ziman.
Berdevkê Demî yê KESK’ê Alî Ersonmez, diyar kir ku wan destûra pîrozbahiyê ji walîtiyê girtin û dê 1’ê Gulanê bi coşek mezin pîroz bikin.