DÊRSIM – Altûn Kayaoglû ya 62 salî ku bi salan e li Dêrsimê debara malbata xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ji ber ku niha mesref û qezenc li hev dernayên, ji bo jinên ku di şert û mercên zehmet de vî karî dikin, pêdivî bi temînatê heye.
Dayika 3 zarokan Altûn Kayaoglû (62) ku li navçeya Pulur ya Dêrsimê dijî, bi salan e bi sewalkariyê debara xwe dike. Kayaoglûyê ku di sala 1994'an de piştî ku gundê wan Kozlûca hat şewitandin û ji bo çêrandina heywanan mêrg û zozan bi dest wan neket, li navenda bajêr di axurekî kavilbûyî de sewalên xwe xwedî dike. Kayaoglû her roj serê sibê dest bi kar dike û diçe axurê hinekî dûrî mala xwe û heywanên xwe xwedî dike. Kayaoglûyê li ser banê xwe pergalek ava kiriye û bi vê pergalê şîrê heywanên xwe vediguherîne nîvişk, penêr, torak û mast û wan difiroşe û pê debara xwe dike.
Kayaoglûyê anî ziman ku ji ber bihayê êm û kayê tim zêde dibe wekî berê qezenc nakin û got ku polîtîkayên esas tên girtin sewalvaniyê anîne asta qedandinê. Daxwaza Kayaoglû ew e ku bi taybetî ji bo jinên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, temînat e.
ŞEWITANDINA GUNDAN
Kayaoglûyê diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve bi sewalkariyê re mijûl e, lê piştî zewiciye jî bi hevjîna xwe re sewalkariyê berdewam kiriye. Kayaoglûyê wiha axivî: “Xezûrê min ew li gund diman. Di sala 1994’an de leşker hatin û hemû mal şewitandin. Ji hinekan re gotin 'derkevin', lê hinek ji wan jî ji tirsa ku gundên derdorê şewitîn derketin. Yên me heta dawiyê man, lê piştre ji ber hezazê neçar man derkevin. Dema hin tax şewitîn em çûn gund. Her kesî tiştên xwe avêtibûn derve. Kal û pîrên me pir perîşan bûn û digiriyan. Diçûn, dê dev ji keda xwe berdana, canê xwe dabûn. Li wir keda xwe hiştin. Jiyana gundan xweş bû, têra xwe diçandin û diçinîn. Baş û xerab ji gundên xwe sûd werdigirtin. Dema gund qediyan xelk bêçare ma. Dema ji wir derketin û hatin navendê li vir sewalkariyê domandin. Bavê min bi du dewaran hatibû navendê. Ew tenê du salan jiya. Wê demê gelek kal û pîrên me ji ber xemgîniyê mirin. Van kesên temenmezin dev ji karê xwe berdan û hatin, ji bo pir li ber nekevin me ev kar berdewam kir."
HER ROJ SAET DI ŞEŞÊ SIBEHÊ DE ŞIYAR DIBE
Kayaoglûyê rewşa xwe ya rojane wiha vegot: “Em herî dereng serê sibê saet di 06.30'an de radibin. Paşê ez şîr û mastê xwe datînim ser banê xênî. Ez li wir sobeyekê vêdixim. Piştî ku ez wan hal dikim, ez têm axur. Paqijkirin axur e, êmê çêlekan e, dotina wan û nêzî 3-4 saetên me diçe. Paşê ez vedigerim û bi şîr, dew û mast re mijûl dibim. Di vê demsalê de roj kurt in û ez tevahiya rojê dixebitim. Ez êvarê jî heman karan dubare dikim."
‘DAHAT Û LÊÇÛN LI HEV DERNAYÊN'
Kayaoglûyê diyar kir ku li gel hemû zehmetiyan jî qezenc nakin û wiha berdewam kirin: “Eger zeviya me hebûya û me ew biçanda, ger me ka nestanda belkî me çend quriş bi dest bixista. Lê ka pir buha ye, toneke wê 5 hezar lîre ye. Me îsal bi 22 hezar lîreyî kaya spî kirî. Nefel niha 8 hezar lîre ye. Me 8 ton jê kirî. Tiştê ku em distînin û ya ku em bi dest dixin li hev dernayên. Kîloya şîr 20 lîre ye. Rûnê nîvişk ez bi xwe çêdikim û bi 100 lireyî difiroşim. Ma wekî din hûn dikarin ji heywanê çi bi dest bixin? Zevîyek me heye, lê ji ber ku ne 10 hezar metrekare ye, em nikarin sûdê ji alîkariya mazotê wergirin."
Kayaoglûyê bilêv kir ku ew 3 zarokan dide xwendin û ji ber vê pir zehmetiyê dikişîne û wiha pê de çû: “Şert û mercên jiyanê pir zehmet in. Tu tişt nayê kirîn. Ji ber vê mesrefê êdî em nikarin nefesê bigrin. Temen derbas dibe, lê divê em bikin. Sewalkarî karekî zehmet e, lê em didomînin."
DOZA TEMÎNATÊ DIKE
Kayaoglûyê anî ziman ku ji ber ku temîneteke wan a sewalkariyê tune ye gelekî xemgîn dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez gelekî eciqîm, ez ev qasî xebitîm, qet rojeke min a betlaneyê çênebû. Lê beramberiya wê, di dest de tu tişt tune ye. Jinên ku bi sewalkarî û cotkariyê re mijûl dibin jî kedkarên vî welatî ne. Lê temînateke wan tune ye, teqawidbûyîn tune ye. Eger ji bo jinên kedkar jî sîgorte hebe dê pir baş be."
MA/ Eylem Akdag