‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’

img
MÊRSÎN/ ANTALYA -  Kedkaran li dijî “Paketa Teserûfê ya Cemaweriyê” ya ji hêla îktîdarê ve hatiye ragihandin daxuyanî dan û gotin: “Em ê dev ji mafê xwe yên me qezenc kirine bernedin.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî “Paketa Teserûfê ya di Qada Cemaweriyê de” ya îktîdara AKP’ê ragihandî, li Mêrsîn û Antalyayê daxuyanî da. Seroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) di daxuyaniya li pêşiya Edliyeya Antalyayê de axivî û got ku îktîdar hewl dide fatûreya krîza aboriyê bi kedkaran bide dayîn. Mol, got ku divê teserûf ji kesên dewlemend were kirin ne ji kedkar, karker û gel. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Platforma Şaxan a KESK’a Mêrsînê jî li pêşiya Defterdariyê daxuyanî da û bertek nîşanî paketê da. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Mêrsînê Mahmût Sumbul wiha got: “Na ji tesfiyekirina cemaweriyê re. Em ê dev ji mafên xwe yên me qezenc kirine bernedin. Ji bo van mafan em banga têkoşîna hevpar dikin.”