Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar
- aborî-ked
- 11:12 14/9/2018
Di meha Tîrmehê de kêmasiya hevsengiya kirariyên carî, bû 1.75 milyar dolar e. Her wiha kêmasiya 12 mehan jî, 54 milyar û 560 milyon dolar e.
Di meha Tîrmehê de kêmasiya hevsengiya kirariyên carî, bû 1.75 milyar dolar e. Her wiha kêmasiya 12 mehan jî, 54 milyar û 560 milyon dolar e.
Duh Banka Navendî faîz ji sedî 17.75'an derxist ji sedî 24'an û xwest mudaxaleyî buhabûna dolar bike. Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku biryara zêdebûna faîzê biryarek derengmayî ye û wiha got: "Bi zêdebûna faîzê ya Banka Navendî dibe ku ji bo demekê zêdebûna buhayê dolar bi sînor bike, lê di esasê xwe de krîza aborî rast nake. Ji ber ku aboriya Tirkiye bi awayekî cîddî rawestiya ye.
Esnafên li Wanê krîza aborî nirxandin û gotin: "Çi qas çavkaniyên welat hebûn hemû ji bo tanq û topan xerckirin û şandin Efrînê. Sedema sereke ya krîza aborî ev şer e."
Li Tirkiye her ku krîza aborî kûr dibe, krîza rêveberiya li Tirkiye jî kur dibe. Ji ber vê yekê îktîdara Tirkiye bê navber mudaxaleyî buhayê dolar, goşt, arvan, xaz û gelek buhayê din dike. Têkildarî krîza heyî Doç.Dr. Umit Akçay got "Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê de dijîn." Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra jî got "Krîz, ew pêvajoya ku rêveberiya pê pîr zahmet e."
Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî Fîtch, puanên Anadolubank, Fibabanka, Şekerbank û Odeabankê daxistin.
Li gorî hejmara mezinbûyînê ya TUÎK ragihand, aborî di çeyreka duyemîn de ji sedî 5.2 mezin bû. Lê sektora çandiniyê jî ji sedî 1.2 teng bû.
Bihabûna dovîzê bandora xwe li ser kelûpelên kirtasiyeyê jî dike. Topa kaxizê A4 ku par 10 lîre bû îsal bihayê wê bûye 22 lîre.
Li navçeya Bornova ya Îzmirê karkerên Sî yên li Sîteya Işikkentê bi perçeyan kar dikin, ji ber krîza dolaran rojên dijwar derbas dikin. Karkeren ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebitin, diyar kirin ku tayê dirûnê ji 8 tl bûye 14 tl û êdî nikarin dikanên xwe bixebitînin û neçar dimînin ku dikanan kîlît bikin.
Her ku zem zêde dibin bertekên welatiyan jî zêde dibin. Şêniyên Fatîhê bilêv kirin ku êdî ew bûne muhtacê nanê tisî û gotin: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Me jî fêm kir û ji ber dengê xwe da. Lê her tişt xirabtir bû. Ji ber min deng daye polî poşman im."
Li Rihayê dema palehiya fisteqan dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku dahata wan têra lêçûnên wan nake.
Fîrmaya Demîryol Înşaat ku li herêmê karê îhaleya gelek rêyên bejayî daye ser milê xwe, ji ber midûriyeta rêyên bejayî pere neda wan, karê rê di nêvî de hişt û herî kêm 400 karker ji kar dûr xist.
Li Kolikê esnafan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û gotin berê ku wan sala çûyîn bi 15 lîreyan dikirî, niha bûye 35 lîre. Esnafan destnîşan kir ku ji bo krîz bê çareserkirin pêdivî bi aştiyê heye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser têkiliya pêkhatin û qedandina krîzên aborî û wiha kapîtalîzê rexne dike: "Di dîrokê de tişta ku tu şerî û felaketên xwezayî neaniye serê civaka mirovan kapîtalîzmê bi awayê aboriyê aniye serê civaka mirovan."
Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin.
DTSO, DTBO, DESOB û DÎSÎAD xwestin li Amedê ji nû ve seferên balafiran ji bo Herêma Kurdistana Federe û Bakurê Qibirsê dest pê bikin.