ENQERE - Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan têkildarî deynan got; “Ez bêtir li benda piştgiriyê me'. Lê pisporên aboriyê diyar dikin ku Tirkiye bi xizanî û betaliyek mezin re rû bi rû ye. Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Bîlkentê Prof. Dr. Erînç Yeldan û Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Ebru Voyvoda anîn ziman ku piştî vîrûsa Covid-19 dê li Tirkiyeyê hêjmara betalan ji 4,7 milyonan derkeve 11,7 milyonan.
Li Tirkiyeyê betalî, xizanî her ku diçe zêde dibe. Zem her ku diçe zêde dibe. Mirov êdî nikarin debara xwe bikin. Ji ber polîtîkayên îqtîdarê civak bi "Receteyên tuj û tal" re rû bi rû dimînin. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got "Tal be jî divê em receteyên rast parve bikin" Erdogan bi vî rengî faîza bilind qebûl kir û bû sedema qeyranên nû. Di aboriyê de “receteyên tal" tê wateya faîza zêde, baca zêde, zem û enflasyona zêde. Ev yek dê bêtir bi xwe re xizanî û betaliyê bîne. Erdogan di 17'ê Mijdarê de piştî li ser navê tedbîran qala "receteya tal' kir, ji bo navendên krîn û firotinê, market, berber û kuaforan saetên kar bi sînor kirin. Dîsa restoran û kafe dê karibin bi pakêtan servisan bikin. Hemû xebatên Kiraathaneyan hatin rawestandin. Lê li hemberî vê yekê ji bo karker û kedkaran tu detbîr nahatin girtin. Bi vê sinorkirina kar re bi ser hezaran mirov betal man. Di pêvajoya ewil a pantemiyê de ji bo kesên mexdûr “Hezar TL piştgirî" dida wan. Vê carê Erdogan li şûna alîkariyê got “Divê milletê me bêtir hassasiyetê nîşan bide û bêtir piştgiriyê bide". Vê yekê nîşan da ku dê fatûra qeyrana aborî ji pişta civakê derxin. Hem dê betaliyê bi xwe re zêde bike û hem jî dê xizanî û jariyê zêde bike. Ev nîşan dide ku civak bi pêla betaliyê re rû bi rû ye. Hem dê heqê kedê erzan bibe û hem jî dê betalî zêde bibe. Ev yek dê bi xwe re bêtir xizaniyê kûr bike. Di meha nîsanê de 3 milyon û 243 hezar, di mela gulanê de 3 milyon û 282 hezar, di meha hezîranê de 2 milyon û 486 hezar, di meha tîrmehê de 1 milyon û 710 hezar karker di bin navê “Heqê xebata kin" de hatin xebitandin. Bi tedbîrên duyemîn dîsa xizanî û betaliyek mezin li ber derî ye.
Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Bîlkentê Prof. Dr. Erînç Yeldan û Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Ebru Voyvoda, diyar kirin ku li gorî “Analîza Hevsengiya Giştî ya Alternatifên Polîtika ya Makroekonomik û Bandora Şewba Covid-19 ya li ser Aboriya Tirkiyeyê" dê li Tirkiyeyê hêjmara kesên betal ji 4,7 milyonan derkeve 11,7 milyonan.
ENFLASYON Û BUHAYÊ HILBERÎNÊ
Yek ji pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê enflasyon e. Bi van tedbîrên nû re tê payîn ku enflasyon zêde bibe. Li gorî rapora lêkolînê ya Turk-îş'ê ya cotmehê di malek çar kes lê dijîn de tenê mesrefa pêjgehê (şikev, mutbex) di mehek dawî de 60 TL zêde bûye. Di salek dawî de barê pêşgehê 222 TL zêde bûye. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona cotmehê ji sedî 2,13, Li gorî daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAGRUP) enflasyon ji sedî 2,56 hat aşkerekirin.
DÊ BAC ZÊDE BIBE
Li Tirkiyeyê di salek dawî de betalî u xizanî pir zêde bû. Ev yek bêtir bandora xwe li ser aboriya civakê dike. Bi taybetî bi şewba vîrûsa corona re aboriya Tirkiyeyê lawaz bû û dixwazin vê yekê bi zêdebûna bacan re telafî bike. Alınan
Kesekî di şertê heyî de bi 150 TL zexîre bikire, 11 TL Bavê (KDV) dide. Piştî “Receteya tal" û faîza zêde, ew kes dê vê carê 13 û 15 TL bacê bide. Îqtîdara ku her tengav dibe, bacê zêde dike û bêtir bar dide ser pişta esnaf û civakê. Îqtîdarê tenê ji serdema salên 2006-2019'an de ji Baca Serfkirina Taybet (OTV) 1 trilyon û 176 milyar TL hatin bi dest xist. 81,8 milyar tl hatina bacê tenê ji çixare û vexwarinên bi alkol bi dest xist. Tenê di sala 2019'an de ji vexwarinên bi alkol 14,7 milyar TL baca OTV bi dest xist. Di sala 2020’an de jî ji bo butçeyê hatinek mezin ji KDV û OTV hat. Di cotmehê de tenê li ser malê xwecihî KDV ji sedî 120 zêde bû û derket 10,6 milyar tl. OTV jî ji sedî 69 zêde bû û derket 21,4 milyar tl.
Di rewşa heyî de deynê şeniyên malê di salek dawî de ji sedî 20,5 zêde bû û derket 659,2 milyan TL. Dîsa 22 milyon û 986 hezar dosya li daîreyên îcrayê tên rawestandin. Ev nîşan dide ku dê deyn, xizanî û betalî zêdetir bibe.
Li gorî rapora Turk-Îşê ya “Lêkolîna Sînorê Xizanî û Birçîbûnê ya meha Cotmehê li malbatek ku 4 kes lê dijîn lêçûna asayî an jî sînorê birçîbûnê 2 hezar û 482 tl ye. Sînorê xizaniyê jî 8 hezar û 86 tl ye. Dîsa li gorî Turk-Îş'ê rêjeya enflasyonê jî di 12 mehan de derket ji sedî 20,59.
Li gorî daneyên cîhanê jî li Tirkieyyê 1,5 milyon qatmana xizaniyê çêbû. Li gorî daneyên banka cîhanê li Tirkiyeyê xizanî ji 10,4’an derket ji sedî 14,4’an.
MA/ Selman Guzelyuz