Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir

img

ENQERE – 5 sal berê Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Piştî demek şûnde Serokomar Erdogan mutabaqat red kir. Ji wê demê û şûnde her dem peyva ‘darbe’yê hat rojeva Tirkiyeyê. Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, diyar kir ku piştî îtîfaqa AKP û Ergenekonê pêvajo xera kirin îro hatine sînorê hilweşinê. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay jî anî ziman ku ger hikûmetê mutabaqat qebûl kiribûya dê îro Tirkiye li ser pêşeroja xwe bi  axiviya." 

Li Tirkiyeyê di 28'ê Sibata 2015'an de Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Aştiya demokratikbûna Tirkiyeyê metnê mutabaqata ku ji 10 xalan pêk tê pêşniyar kir. Ev pêşniyara Ocalan di navbera rayedarên hikûmeta AKP'ê, rayedarên dewletê û li ser navê Ocalan endamên heyeta Îmraliyê ve hat îmzekirin. Piştre ev mutabaqat di 28'ê sibatê de bi raya giştî re hat parvekirin. Lê piştî vê mutabaqatê Serokê AKP'ê û serokomar Recep Tayyip Erdogan mutabaqat red kir û pêvajo xera bû. Hevdîtinên heyeta Îmraliyê hatin astengkirin. Dîsa hevkariya AKP û Ergenekon ketin nava tevgerê û deriyên Îmraliyê li heyetan hatin girtin. Piştî îtîfaqa AKP-MHP-Ergenekonê ketin meriyetê dîsa pêvajoya kaos, şer û darbeyan dest pê kir. 
 
BERÎ MUTABAQATÊ ÇI BÛ? 
 
Beriya pêvajoya çareseriyê di salên 2011-2012'an de di navbera PKK'ê û artêşê de şerê dijwar hebû. Bi taybetî piştî şerê Sûriye yê navxweşî şer zêde bû. Li girtîgehan piştî di 12'ê îlona 2012'an de greva birçîbûnê dest pê kir, deriyê Îmraliyê vebû û li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dest pê kir.  Hevdîtin ewil bi ziyareta Mehmet Ocalan a Îmraliyê dest pê kir. Piştî ziyareta Mehmet Ocalan heyeta ewil di 3'ê Çileya 2013'an de parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ahmet Turk û Ayla Akat Ata, çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî ziyareta 2 salan di 5'ê nîsana 2015'an de ziyaretên heyetan ên Îmraliyê hatin qedexekirin. Çawa ku ziyareta Îmraliyê dest pê kir, 6 roj şûnde di 9'ê Çile de li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan hatin qetilkirin. Piştre derket holê ku di qetilkirina 3 jinên Kurd de destê MÎT'ê heye û MÎT'ê ev organîze kiriye. 
 
OCALAN: ÊDÎ NE ÇEK SIYASET DERDIKEVE PÊŞ
 
Ocalan di Newroza 21'ê Adara 2013'an a Amedê de peyama çareseriyê parve kir. Ocalan di peyama xwe de got: "Bila êdî çek bêdeng bibin, Bila fikr bi axivin. Padadîgmaya tune dike, înkar dike û wêde dike ser û bin bûn. Ez di şahidiya milyonan kesên ku guh dide banga min de dibêjin; êdî serdemek nû dest pê dike. Êdî ne çek, siyaset derdikeve pêş." 
 
Lê di heman pêvajoya ku heyet diçû Îmralî û ji bo aştî û demokrasiyê diyalog dihatin kirin, dewlet û hikûmetê bê navber li bajarên herêmê qereqol û Kalekol ava dikirin. Di çileya 2014'an de Hêzên Kurdan li Cizîr, Kobanê û Efrînê Rêveberiya Kantonê îlan kirin. Ocalan di Newroza 2014'an de peyama “Heta niha pêvajoya diyalogê bû. Ev girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan nîyeta hev test kirin û fam kirin. Di pêvajoya em hatinê de êdî ji bo pergala muzakereyan çarçoveya zagonî mecbûrî ye. Pêvajoya aştiyê ji pêvajoya şer bêtir dijwar e. Lê her şerek aştiyek wî jî heye. Dema me li ber xwe da em netirsiyan, dema em ji bo aştiyê li ber xwe bidin jî natirsin." 
 
DÎCLE: PLANA TÊKÇÛNÊ BI KOBANÊ DEST PÊ KIR
 
Di îlana sala 2014'an de hêzên çekdar ên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin. Erdogan, di 7'ê Cotmeha 2014'an de got "Kobanê ket û wê bikeve". Li ser vê yekê Kurdan li bajarên herêmê û metropolên dest bi çalakiyan kirin. 
 
Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dicle, wê demê wiha gotibû: “Dibe ku me di wê dîrokê de qîmeta wê nizanîbû. Di heman şevê de aqilê dewletê biryar da û 'Plana Têkçûnê' xist meriyetê. Lê em piştre fêr bûn ku ev plan berê hatiye dayîn. Di deham dîrokê de DAİŞ’ê serober êrîşî Kobanê kir. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê perçeyê 'Plana Têkçûnê' bû." Piştî ku fermandarê DAîŞ'ê ket destê YPG'ê ji bo vê pêvajoyê got: ‘Di rastiyê de emê bimeşiyana Şamê. Lê piştre plana me ya Kobanê hat guhertin. Piştre em fêr bûn ku Erdogan ev yek xwestiye." 
 
Dîcle, anî ziman ku piştî bûyerên Kobanê dema çûn Îmraliyê Ocalan ev tespît kiribû: “Binerin tangên we jî li wir bûn. We xwestibûya we jî dê mudaxale kiribûya. Lê we temaşe kir. Lê DYA mudaxale kir. Êdî dê gelê Kurd bi çavê sempatî li DYA binere. Berpirsiyarê vê yekê hûn in." Di Sibata sala 2015'an de beriya Mutabaqatê heyetê 2 caran bi Ocalan re hevdîtin kir. 
 
 
Di 4'ê Sibata 2015'an de endamên Heyeta Îmraliyê, Musteşarê Ewlehiya Cemaweriyê û rayedarên dewletê tev li hevdîtina îmraliyê bûn. Di hevdîtinê de Ocalan, li ser girîniya pêvajoyê wiha got: “Asta îro me hatine bêhnvedana navbera maratona 55 salan e." 
 
Dîsa di 27'ê Sibata 2015'an de hevdîtina dawî pêk hat û di vê hevdîtinê de şeklê dawî yê mutabakatê hat diyarkirin. Ocalan di vê hevditinê de ev hişyarî kiribûn: “Ji bo ev pêvajo pêş bikeve em li ber xwe didin û kedê didin. Ger ku çareserî nebe dê bi hezaran mirov bên kuştin. Ez ketime ferqa vê yekê û ji bo rê li pêş mirinê bigirim têdikoşim. Lê wan jî qîmeta vê yekê fam kiriye nizanim. Vê yekê baş niqaş bikin." 
 
‘BRÊZ OÇALAN BI ZANEBÛN 28'Ê SIBATÊ DIYAR KIR'
 
Dîcle, anî ziman ku Ocalan bi zanebûn ji bo mutabaqatê 28'ê Sibatê û Qesra Dolmabahçeyê hilbijart û wiha got: “Di 28'ê sibatê de di MGK'ê de bi hikûmeta Erbakan bi zorê hin biryar dan îmzekirin. Ev bi xwe darbeya siyasî ye. 
Birêz Ocalan dixwest di salvegera darbeyê de gavek watedar bavêje. Di wê demê de Konseya KCK'ê çend roj dem xwest ku van xalan niqaş bike. Lê Birêz Ocalan li heviya wan nesekinî. 
 
'MUTABAKAT DÊ ÇAWA PÊŞ KETIBÛYA' 
 
Ocalan, di heman civînê de ji bo civîna Dolmabahçeyê got “Asta yekemîn" Ocalan xwest di asta duyemîn de Meclîsê û Lijneya Şopandinê jî tev li pêvajoyê bike. Ji bo vê yekê jî xwest ev hewldan bibe zagonî û li gorî wê zagon bên amadekirin. Dîsa xwest Dadgeha Destûra Bingehîn jî tev li vê pêvajoyê bibe. Ocalan anî ziman ku di vê civînê de helwesta Erdogan a der barê Sûriyeyê de nehat guhertin. Li ser vê yekê Ocalan, ji Heyeta Îmraliyê re got "Rojava ji bo wan xeta sor e." û xwest vê yekê ji Erdogan re ragihînin.
 
Hatip Dicle, têlikdarî pêvajoya mutabaqatê wiha got: “Di muzakereyan de dihat fikirîn ku pirsgirêka elewiyan bê niqaşkirin. Dîsa hemû beşên civakê, nûnerên Rêxistinên Civakî biçin Îmraliyê. Xwest li îmarilê pêvajoya niqaşê bê destpêkirin. Xwest di niqaşan de muxatab bên guhdarkirin. Xwest protokolek sê alî bê îmzekirin. Rêxistinên Civakî, heyeta dewletê û Heyeta Îmraliyê. Sermuzakereyê Heyetê Birêz Ocalan  bû. Ev niqaş dê aşkere û zelam bûna. Dê gel beşdarî van hiqaşan bihata kirin. Dê di nava civakê de ev muzakere bihatina niqaşkirin. Dê bi gel re biryar bihata dayîn. Dê çarçoveya Destûra Bingehîn a demokratîk bihata avakirin. Piştî vê yekê Birêz Ocalan dê bixwesta ku PKK kongreya xwe pêk bîne. Dê piştre biryar bida ku PKK li hemberî Tirkiyeyê çekan dîne. 
 
TEMASA AKP-ERGENEKON 
 
Beriya vê pêvajoyê AKP û Ergenekon ketin nava temasê. Hêj hevdîtinên li îmraliyê dest pê nekirin ketin tevgerê.  Di pêvajoya hevdîtinên Oslo  û operasyonên Ergenekonê dewam dikirin de Ocalan got: "Ger ku têkildarî aştiyê gav neyên avêtin, sedema vê yekê Ergenekon û AKP bi xwe ye. Beriya mutabaqatê geşedanên heyî dîsa bi Ocalan re hatin parvekirin. 
 
Dîcle, anî ziman ku Heyeta Îmraliyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên teqez hin wekîlên AKP’ê bi nunerên Ergenekonê re hevditin kirin. Dicle, wiha got: “Piştî heyetê ev agahi parve kirin, li salonê bi qasî deqeyekê bêdengî pêş ket. Tu kes ne di axivî. Her kes li benda Serok bûn. Piştre Brêz Ocalan berê xwe da KGM’ê û got: "Agahiyek wisa li cem we heye? Wan jî got: 'Agahiyek bi vî rengî li cem me tune. Em ê lêkolîn bikin û li we vegerin' Lê ez bawer nakim ku ew ne xwedî agahî bûn. Dîsa bêdengî çêbû. Serok dîsa zîvîrî û bi gotina dîrokî got: ‘Ger ku likûmeta AKP'ê li şûna me Ergenekonê tercîh bike, wê demê bila her kes di rêya xwe de biçe.' Agahî rast bû. AKP-MHP-Ergenekon bi hevre hevdîtin dikirin." 
 
 
'HEKE BI ECEWÎT RE BIHATA LIHEVKIRIN NE ERGENEKON NE JÎ AKP ÇÊDIBÛN'
 
Wê Ocalan jî di hevdîtina xwe ya 3'ê çileya 2013'an de têkildarî mijarê ev hişyarî bikira: "Pêvajoya jiyana azad û rizgarkirina demokratîk. Min vê biwêjê bi ketûber nehilbijart. Min wextê gotibû, fêm nekirin. Heke fêm bikira dê Ergenekon nedibû. AKP ev tişt dibêje lê di ser re dibîne. Hûn dizanin ez gelek bi înad im. Min ji roja destpêkê ve Komara Demokratîk parast. Wan ji min fêm nekir. Gotin, 'Me Apo qedand'. Şaşiyên stratejîk kirin. Li Ergenekonên vegeriyan. Bawerim vê carê wiha nebe. Divê hûn bi taybetî ji AKP'ê re bibêjin ku nikare bi min re lîstik bilîze. Bi AKP'iyan re biaxivin, vebêjin. Hûn li Meclisê ne, gelek peywir dikevin ser milên we. Heke di dema Ecevît de lihevkirineke bi wate bihata kirin ne Ergenekon ne jî AKP çêdibûn."
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 23'ê Sibata 2013'an de li ser vê mijarê rawestiyabû û ev tişt gotibûn: "Heviya Ergenekonê ji me ew bû em ku ji 2002'an şûn ve şer gurtir bikin. Ez ji bo ku AKP li hev rûnê û bipije bi zanebûn sekinîm. 
 
LI DIJÎ XWESTEKE GURKIRIN ŞER LIHEVKIRIN
 
Rexmî gengeşî û fikarin Ergenekon-AKP'ê jî Lihevkirina Dolmabahçeyê ku aliyan li ser li hev kiribû, di 28'ê Sibatê de hat îmzekirin. Lihevkirin, ji aliyekî ve li dijî daxwaza gurkirina şer a Ergenekon-AKP'ê ku Ocalan ji dema anîna xwe ya Îmraliyê ve qal dike, hat îmzekirin. 
 
Di daxuyaniya lihevkirinê de banga Ocalan, "Ji bo biryara dîrokî û starejîk a bi dawîkirina têkoşîna çekdarî bang li PKK'ê dikim ku di mehên biharê de bi awayekî awarte kongreya xwe berhev bike" hat xwendin. Yek ji kesên ku li ser navê hikûmetê di wêne de cih girt Cîgirê Serokwezîrê demê Yalçin Akdogan, ji bo lihevkirinê ev tişt gotibû: "Em bi bîryarên ku bi dia û piştgiriya gelê xwe pêvajoyê bigihînin encamê."  
 
10 xalên ku di metna lihevkirinê de cih digirtin wiha bûn: 
 
1. Siyaseta Demokratîk; pênasekirin û naverok
2. Pênasekirina aliyên neteweyî û herêmî yê çareseriya demokratîk 
3. Ewlehiyên demokratîk û qanûnî yên welatîbûna azad 
4. Têkiliya siyaseta demokratîk a bi dewlet û civake re û sernavên têkildarî sazîbûna vê yekê 
5. Aliyên civakî-aborî yên pêvajoya çareseriyê 
6. Rêxistina nû ya ewlehiyê ku dê pêvajoya çareseriyê rê li ber veke 
7. Ewlehî û çareseriya qanûna ya pirsgirêkên ekolojîk, çand û jinan 
8. Ewlehiyên pergala wekhev, demokratîk û piralîparêz ên têkildarî têgeh, pênase û nasandina nasnameyê 
9. Penasekirina bi pîvanên demokratîk a komara demokratîk, welatê hevpar, neteweyê û di nav pergala piralîparêza demokratîk de gihandin ewlehiya qanûn û makeqanûnî 
10. Maqeqanûneke nû ku vê pêngav û guhertinên demokratîk bike hedef
 
SAZÛMANA RÛNIŞTINE JÎ LI ÎMRALIYÊ DIYAR BÛ
 
Dîcle, destnîşan kir ku beriya îmzekirina lihevkirinê, sazûman rûniştinê jî li Îmraliyê hatiye nîqaşkirin û wiha got: "Ocalan, ji Muşteşarê Ewlehiya Cemaweriyê re got, 'Ji ber ku hûn dewlet in, ne di hîzaya hikûmetê de be. Tu jî weke hakimekî cûda pozîsyon bigire'."
 
OCALAN RIHÊ EŞMEYÊ BI BÎR XIST
 
Piştî Lihevkirina Dolmabahçeyê mekeh şûn de heyeta dewlet û HDP'ê dîsa bi Ocalan re hatin gel hev. Di vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku Lîjneya Şopandinê jî tevlî hevdîtineke ku 15 roj şûnde bê lidarxistin bibe. Heta 7 endamên esil û 3 endamên yedek ên lîjneyê jî hatin diyarkirin. Bi vê yekê dê muzakereyên fermî dest pê bikira û Ocalan, banga kongreyê li PKK'ê bikira. Piştî vê hevdîtinê 2 roj şûnde di Newroza Amedê de Ocalan ev titş gotibûn: "Li gorî deklerasyona 10 xal ku ji aliyê me hemûyan ve li Qesra Dolmabahçeyê hat îlankirin, em bi peywira destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne. Li gorî deklerasyonê, bi pêkhatina lihevkirinê re dîrokî dibînim ku pêwîste PKK ji bo têkoşîna xwe ya çekdarî nêzî 40 salan a li dijî Komara Tirkiyeyê bi dawî bike û li gorî rihê dema nû taktîk û stratejiyên civakî û siyasî diyar bike kongre li dar bixe."
 
ERDOGAN LIHEVKIRINÊ RED KIR
 
Rojek piştî Newrozê, Erdogan, dema ku ji Ûkraynayê vedigeriya, di balafirê de diyar kiribû ku li Dolmabahçeyê du metnên ji hev cûda hatine îmzekirin, daxuyaniya ku hatiye dayîn rast nabîne û li dijî Lîjneya Şopandinê ye. Li gorî Hatîp Dîcle, Erdogan, bi MHP û Ergenekonê re tifaq kiriye û bi vê daxuyaniya xwe mudaxaleyî pêvajoye kiriye û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê girtiye. 
 
'TIFAQA AKP-MHP-ERGENEKON BIRYAR ŞER DAN'
 
Dîcle, van şîroveyên Ocalan "Di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de heke em bi metna lihevkirinê re pêngaveke demokratîk bikin, ji ber ku em ê nekevin wî şerê Rojhilata Navîn di heman demê de bi pêngaveke demokratîk bibine navendeke cazîbeyê." bi bîr xist û têkildarî mudaxaleya bi destê Erdogan a pêvajoyê jî ev tişt anî ziman: "Pergala ku îro li Rojava hatiye avakirin, Brêz Ocalan dixwest li Tirkiyeyê jî bike meriyetê. Lê di encamê de Komara Tirkiyeyê ku bi feraseta netewdewletê hatiye damezrandin, Lihevkirina Dolmabahçeyê red kir. Lihevkirin xaçerêyek bû. Wê Tirkiye ber bi şer ve an ber bi aştiyê ve biçe? Tifaqa AKP-MHP-ERGENEKON'ê biryara şer da."
 
Dîcle, ragihand ku Konseya Rêveberina KCK'ê tevahiya pêvajoyê di raporên xwe yên ku şandiye Îmraliyê de diyar kiriye ku desthilat xwe ji şer re amade dike û gelek qaleqol hatine avakirin. Dîcle, got ku Ocalan dema van agahiyan guhdar kiriye gotiye ku temam em li karê xwe binêrin û bi israr xwestiye ku pêvajoyê bidomîne. 
 
Di berdewamê de jî Dîcle, wiha pêde çû: "Di raporên ku ji KCK'ê dihatin de, agahiyên ku Tirkiye û DAIŞ di nav hevkariyê de ne, hebûn. Carnan Serok ji Muşteşarê Ewlehiya Cemaweriyê pirsa agahiyên bi vî rengî li ber destê we jî hene dikir. Wan jî digot, 'Na ne rast e' Di rastiyê de Serok di ferqê de bû ku çi dek û dolab diger in. Dem deman me hişyar dikir û digot, binêrin em li vir hevdîtinan dikin lê dibe ku em aştiyê pêk neynin. Hevdîtinan weke hevdîtinên aştiyê nebînin, dibe ku vegere şer."
 
TECRÎT, ŞER Û DARBE 
 
Ocalan di hevdîtina 5’ê Nîsana 2015’an de ku herî dawî li gel şandeyê rûniştibû û gotibû dibe ku ev hevdîtina dawî bû. Wek ku Ocalan got Şandeya Îmraliyê carek din neçû Grava Îmraliyê. Ocalan di hevdîtinên xwe bênavber digot “mekanîka darbeye” û ev mekanîk ket dewrê. 
 
Li dijî mitîngên HDP’ê û rêxistinên HDP’ê êrişên tund ên wek bombekirinê pêk hatin. Di belgeyên dadgehê de derket holê ku têkiliya DAIŞ’ê ku van êrişan pêk anîbû bi MÎT û Emniyetê re heye. Hucreya DAIŞ’ê ya Dîlokê di van êrişan de rol dileyîst. 
 
Hem ji bo hikumetê hem jî ji bo muxalefetê hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bû xala şikandinê. AKP’ê di civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) a di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara “Plana Çalakiyê ya Têkbirinê” girtibû. Ev plansaziya îqtîdarê di civîna MGK’ê ya piştî 29’ê Hezîrana 2015’an hat lidarxistin ket dewrê. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê 33 ciwan di encama êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Li pey vê bûyerê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs bi awayek gumanbar hatin kuştin. Piştî demek dirêj derket holê ku ev bûyer komplo ye. Hikumetê van bûyeran kir hênceta qedandina pêvajoya çareserî û aştiyê. Pêvajoya şer dîsa ji nûve dest pê kir. Piştî van her du bûyerên girîng Tirkiyê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Qendîlê dest bi operasyonek hewayî kir û bombebaranê pêk anî. Di 1’ê Mijdarê de hilbijartina giştî dubare bû û AKP dîsa bi tena serê xwe bû îqtîdar. 
 
KUBÎLAY: WEK POLÎTÎKAYA DEWLETÊ XISTIN DEWRÊ 
 
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî vê pêvajoyê wiha got: “Erdogan pêvajoya aştiyê bi awayek lez veguherand pêvajoya şer. Ev jî polîtîkaya dewletê ye û vê polîtîkayê xist dewrê. AKP-Ergenekon-Netewperestan li ser dijminahiya kurdan tifaqek pêk anîn.” 
 
Pêvajoya çareseriyê hat qedandin. Polîtîkaya tundiyê vegeriya. Îqtîdarê “berxwedanên xwerêveberiyê” kirin sedema îlankirina şer. Di 12’ê Tebaxê de li navçeya Gumgumê ya Mûşê qedexeya derketina derve hat r agihandin û pêvajoya şer li Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever, Kerboran, Licê, Hênê û li gelek navendên din belav bû. Di navbera sala 2015-2016’an de di pêvajoya şer de ku hatibû destpêkirin ji bo leşkeran rêkûpêkirina yasaya tê wateya “zirxa bêcezakirinê” pêk anîn û vê yekê jî rê li ber darbeya 15’ê Tîrmehê vekir.
 
Piştî hewla Darbeya 15’ê Tîrmehê di 20’ê Tîrmehê de Rewşa Awaret (OHAL) hat ragihandin. Bi vê ragihandina OHAL’ê muxalefetê pêvajoyê wek “darbeya siyasî” bi nav kir. Li Tirkiyê guhertina rejîmê pêk hat. Pişt re qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hat kirin. Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Bi vê yekê re jî “darbeya siyasî” ket dewrê. 
 
TIFAQA AKP-ERGENEKON DIDERIZE 
 
Di hevdîtinên li Îmraliyê de dihat gotin heke di şer de were israrkirin û pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, rewşa AKP’ê dê biketayê dihat pêşbînkirin. Daxuyaniyên Serfermandariya Giştî yê berê Îlker Başbûg di hefteyên dawî de ku da, gengeşeya lingê siyasî ya FETO, gotinên derheqê darbeye û krîza li Îdlîbê bi Rûsya re pêk tê, israra şer a AKP’ê xwe bi tenê hişt û xwe da nîşandan ku bêhêz kiriye û dê bêtifaq xwe li ser pêya negire. 
 
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî vê rewşê wiha dibêje: “Ji bo kurd statûyek siyasî bi dest nexe û pêşî li vê yekê were girtin, îqtîdara AKP-MHP-Ergenekon di navbera Moskova-Washîngton de diçe û tê û bi çeteyên berdewamiya DAIŞ’ê re mil xistiye milê hev û dixwaze xwe wisa li ser pêya bigire. Li Idlibê jî ber bi dawî ve diçe. Ji hev veqetandin jî xwe dide nîşandan. Rûsya piştevaniyek aktîf ide hêzên rejîmê. Piştî van geşedanên li Idlibê û pêşî lê vekirina pêvajoya çareseriya siyasî ya kurdên li Sûriyê di navbera vê tifaqê de her ku diçe rageşî mezin dibe. Divê mirov viya wisa bifikire. 
 
‘ÎHTÎMAL HEYE KU HIN HÊZ BIKEVIN TEVGERÊ’ 
 
Piştî Mutabakata Dolmbahçeyê ku pêvajoya darbeyên leşkerî û siyasî dest pê kir hêj bi dawî nebûye. Di rojeva welat de hêj senaryoyên “darbeye” hene. Kubîlay hefteya bihûrî hişyariya darbeye kir û dibêje: “Geçtiğimiz hafta darbe uyarısı yapan Kubilay, “Ji bo ku kurd li Sûriyê tiştek bi dest nexin ji vir dibezin wir. Ji bilî tehdît, şantaj û mudaxeleyên eskerî tiştek din nakin. Ji bilî van tiştan pêşniyazek çareseriya siyasî nakin. Hin hêz dîsa di nava hewldanên pêkanîna mekanîka darbeyê de ne. Divê mirov pir dûr li vê negere.”
 
Li gorî Kubîlay heke Mutabakata Dolmabahçeyê nehata redkirin, wê îro li Tirkiyê behsa krîza aborî, krîza civakî, krîza şer, rijandina xwîn û barandina rondikên çavan, feqîrî û tecrîtê nehata kirin. Kubîlay anî ziman ku berevajî vê yekê wê Tirkiyê behsa aştî, demorkasî, azadî û edaletê bikira û pêşî li komarek demokratîk bihata vekirin. Kubîlay got dê behsa demokratîkbûnê û hin tiştên xweştir bihata kirin. 
 
MA / Bêrîvan Altan