Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket

img

AMED - Kovara Zrîng a ku ji ber pêvajoya pandemiyê 6 meh in dernediket, li ser daxwaza xwînêran bi hejmara nû û bi mijarên cûrbicûr derket.

Kovara xêzeroman a qerfî Zrîng ya ku mehê carekê dihat çapkirin ji ber şewba vîrusa koronayê ji meha adarê ve navber dabû çapa hejmarên xwe. Lê li ser daxwaza xwînêran hejmara nû ya Zrîngê bi zaravayê kurmancî derket. Di hejmara meha Cotmehê de kovarê bal kişandiye ser gotinên Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak ên ‘Çi karê me bi dolaran heye’, hedefgirtina kedkarên tenduristiyê, nijadperestî, bûyera welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin, binçavkirinên bûyerên Kobanê û gelek mijarên din. Kovarê bi hejmara nû nivîskar, wenesaz û xêzkarên xwe zêde kirine û rûpelên xwe kêm kirine.
 
Di hejmara 7’an de xêzkar Mustafa Yaman rûpela xwe ya bi navê ‘Bê Welle’, Zehra Dogan bi ‘Xaltika Necîma’, Bunyamîn Karakoç bi ‘Dîtin û Gotin’ , Servet Şêr bi ‘Pozbilind’ , Mazlûm Dijî  bi ‘Moz’, Eşref Mûmcû bi ‘Mexlûqatên Eşref’, ‘Tirşik’, ‘Sosretîk’, ‘Melle’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, Mehmûd Erbey û Mustafa Yaman bi ‘Xeto’, Hakan Esen bi ‘Belengaz Behrî’ , Zindan bi rûpela xwe ya 'Berçem û Siyaland' bi xêzên xwe, Şêx Zubêr bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Xwezî’, Îkram Balekanî bi nivîsa ‘Mi Go’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Xalê Weysî dimeşe, korona jê diweşe’, Mem Aliyê Kamûr bi nivîsa ‘Ewraq Bûro’, Azad Kûtî jî bi nivîsa xwe ya 'Meselokên Me' bal kişandine ser mijarên cûrbicûr.
 
Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Zrîng Rojhat Bîlmez derbarê hejmara kovarê ya nû de axivî.
 
‘LI SER DAXWAZÊ ME ÇAP KIR’
 
Bîlmez bi bîr xist ku Kovara Zrîng di sala 2019’an de bi daxwaza gel dest bi xebatê kir û wiha got: “Ji ber pêvajoya pandemiyê me navber dabû weşana xwe. Şeş meh derbas bû. Li ser e maîl û medya civakî gelek peyam hatin ku kovar berdewam bike. Me jî ev xwestek li ber çav girtin û weşana xwe dîsa da dest pê kirin û hejmara xwe ya 7’emîn amade kir.”
 
KOVAR BI FORMATEKE NÛ DERKET
 
Bîlmez da zanîn ku hejmara nû bi formateke nû derket û wiha axivî: “Me naveroka kovara xwe guhert. Me bi xêzeroman dest bi weşanê kir, lê xwesteka gel zêdetir mîzah bû. Ji ber wê me jî ji serî heta binî kovara xwe guhert. Hem xêz û hem jî nivîs wê bi mîzahî be. Berê 32 rûpel me derdixist lê niha me daxist 28 rupelan. Heke xwestek zêde bibin em ê rûpelan dîsa zêde bikin. Dîsa hejmara nivîskaran me zêde kirin. Aliyê xêzkirinê jî piranî ciwan me hilbijartin, ji bo ku me xwest ciwan ji aliyê kurdî ve xwe pêş bixin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIR 
 
Bîlmez bang li ciwanan kir kesên ku hem xêz hem jî nivîsên wan xurt bin dikarin li ser medya civakî ji wan re bişînin ku di kovarê de cih bidinê. Bîlmez anî ziman ku di naveroka kovarê de tiştên balkêş û vê mehê qewimîne cih danê û wiha got: “Me di berga kovarê de cih da gotina Wezîrê Aboriyê û Darayî ya ‘bala me dolar na kişîne’lê hikumet bi taybetî danûstandinên xwe li ser dolar û euroyan dike. Ev yek jî aboriya gel eleqedar dike.” Bîlmez xwest ku gel xwedî li kovarê derkeve û got: “Ji ber ku kovara me ji aliyê mîzaha kurdî de kovara yekemîn e, em dixwazin gel piştgiriya kovara me bike.”