Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir

img
 
AMED - Helbestvan-nivîskar Ulku Bîngol, li Wêjegeh Amedê behsa pirtûka xwe ya nû "Dengê Pepûkê Haîkuyên Îlona Nû" kir û pirtûka xwe ji bo xwendevanan îmze kir.
 
Pirtûka nû ya helbestvan Ulku Bîngol "Dengê Pepûkê, Haîkuyên Îlona Nû" gihaşt ber destê helbesthezan. Ji bo pirtûkê li Wêjegeh Amedê çalakiyek hat lidarxistin. Gelek nivîskar û helbestvan jî di nav de bi dehan xwendevan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Bîngol behsa pirtûka xwe ya ji haîkuyan pêk tê kir û ji bo xwendevanan îmze kir. 
 
HAÎKÛ Û DENGÊ PEPÛKÊ
 
Di çalakiyê de Bîngol, pêşî behsa navê pirtûka xwe kir û têkildarî vê yekê çîroka "Pepûkê" vegot. Bîngol, anî ziman ku wî jî wekî gelek kesan ev çîrok ji dapîr û bapîrên xwe guhdar kiriye û got: "Çîroka Pepûkê çîrokeke berbalev e. Di zarokatiya min de bala min dikişand. Bi xweşi dest pê dike lê xembar e. Di nav kurdan gelek tê zanîn. Dengê Pepûkê gelek berbelav e. Di nava civakê de xwedî wateyekê ye. Dengê Pepûkê rastiya bav e. Damariya pepûkê heye. Damarî dixwaze xefik deyne û dek û dolaban dike. Pepûk sêwî ye. Metafora vê çîrokê xwişk û bira ye. Bira û xwişk dibin sedema karesatekê..."
 
Bîngol, anî ziman ku wî jî haîkuyên di pirtûka xwe de spratiye dengê Pepûkê. 
 
'DÎSÎPLÎNEKIRINA ZIMÊN E'
 
Bîngol, di berdewamiya axaftina xwe de behsa qayde û pîvanên haîkûyê kir û got: "Haîkû helbesta herî kin e. Ji aliyê Japonan vê hatiye derxistin. Divê tu di 17 kiteyan de bînî ziman. Li gor min haîku dîsîplînekirina zimên e."
 
Her wiha Bîngol ji bo navê dî yê pirtûkê "Îlona Nû" jî got: "Li gorî nêrîna min e. Çi çîrok çi roman çi helbest dibe bila bibe. Xwe dispêre şert û mercên civakî, abûrî û siyasî."