'Bila jin netirsin binivîsin'
- çand û huner
- 09:04 15/10/2018
Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç ku şahidê darbeya 12'ê Îlonê ye, diyar kir ku ew di pirtûkê xwe de şahidiya xwe ya vê dîrokê dinivîsine û ji hemû jinan xwest ku wêrek tev bigerin û binivîsin. Dinç, anî ziman ku rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e û wiha got: "Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin."