Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike

  • cîhan
  • 09:09 11 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Parêzera îngilîz Melanie Gingell, biryara Konseya Ewropayê ya derbarê Ocalan de rexen kir û xwest demildest zorê bide Tirkiyeyê. Gingellê destnîşan kir ku divê Îngîltere Tirkiyeyê daxilî nav "lîsteya welatên dê çekan nefiroşin wan." 

Îngîltere ku di dabeşkirina erdnîgariya kurdan de xwedî roleke mezin e, di dîrokê de tim li hemberî kurdan li rex Tirkiyeyê û dewletên din ên herêmê cih girtiye. Îngîltere ku ji bo berjewendiyên xwe têkiliyan bi van welatan re datîne, piraniya çekên berên wan li kurdan e wê firotine Tirkiyeyê. Parêzera îngilîz û endama Înîfsyatîfa Aştî Li Kurdistanê (Peace Campaign) û Desteya Rêvebir a Tifaqa Jinan Melaine Gingell, polîtîkaya welatê ya derbarê kurdan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
 
TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK
 
Gingellê destnîşan kir ku têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye û Îngîltereyê wekî polîtîkayeke qedexeker û çewisîner li hemberî kurdan tên pêkanîn û got: "Ev rastiyek bû ku her kesî pê dizanî. Lê herî dawî Dadgeha Bilind a Belçîkayê tespît kir ku daxilîbûna PKK'ê ya nav 'lîsteya terorê' xwe nasipirê rastiyan û bûyerên qewimîne jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê vê pêk hatine. Ev yek eşkere dike ku lîstekirin di çarçoveya lêkolîneke berfireh û çak de nehatiye çêkirin û ev yek jî dide der ku heya cihekî têkildarî têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re ye û ne rast e ku PKK ji bo Tirkiyeyê talûke be. Heman senaryo ji bo welatên YE, DYA û welatên din ên YE'yê jî derbasdar e." 
 
Gingell, derbarê hewldanên Înîsyatîfa Aştî Li Kurdistanê jî ev tişt gotin: "Di Hezîrana îsal de koma parlementoyê ya ji Sûriye û Krudistanê berpirsiyar, raporek weşan têkildarî wekheviya temsîliyetê û temsîliyeta siyasî ya kurdên li Tirkiyeyê. Di vê raporê de hin pend û şîret hatin kirin ji bo hin mijarên bipirsgirêk. Yek ji van pendan jî cardin di berçavan re derbaskirina rewşa PKK'ê bû." 
 
Gingellê, destnîşan kir ku di raporê de li ser rewabûna tevgera kurd û piştgiriya gel a ji bo hatiye sekinandin û got: "Meseleya kurdî bi dehan sal e birîneke nekewandî ya Tirkiyeyê ye û hemû kesên berbeayî berjewendiyan nakevin dixwazin ev mesele bi awayekî aştiyane bê çareserkirin." 
 
'AZADIYA OCALAN'
 
Gingellê destnîşan kir ku ji bo cardin pêvajoyeke aştiyê cardin bibe rojev divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad be ku azadbûna wî daxwaza gelê kurd e jî. Gingellê, bilêv kir ku şert û mercên Îmraliyê ji yên girtîgeha Nelson Mandela tê de dima pir zehmetir in û got: "Bi rastî jî em behsa tecrîdeke girankirî dikin. Ji bo Ocalan tecrîda herî giran e. Ev tecrîda ku em navê îşkenceyê lê dikin bi salan e didome. Ev bi awayekî eşkere îşkence ye. Tecrîd, awayekî îşkenceyê ye." 
 
Gingelle, anî ziman ku hikûmeta Îngîltere û gelek welatên Ewropayê jî li ber vê îşkenceyê ranabin û rastiyan nabêjin. Gingell, bilêv kir ku di van şert û mercan de destpêkirina pêvajoyeke aştiyê pir zehmet e û bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya di 2013-2015'an de û got: "Em dizanin pêvajoyeke aştiyê pêkan e. Lê wekî mînaka Afrîkaya Bakur, gava rêberê hêlekê girtî be dê wekhevî çênebe. Bi vî awayî mafê wekheviyê yê aliyekî tê binpêkirin. Ji bo pêvajoyeke wisa divê rêberê wî aliyî azad be. Lê gava em di açrçoveya tevgera azadiyê ya kurd de lê mêze bikin, ev rêber bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û tê îşkencekirin. Ev yek jî pêkaniya bidawîbûna şer ji holê radike. Ji bo pêvajoya aştiyê pêdivî bi muzakereyeke guncaw, adil û zelal heye. Bêyî Abdullah Ocalan pêkanîna vê pir zehmet e." 
 
'EWAREKIRIN E'
 
Gingellê bal kişand ser biryara "Ocalan-2" a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî. Gingellê destnîşan kir ku ev biryar û dema ji bo Tirkiyeyê hatiye terxankirin ewarekirin e û got: "Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên ne li gor dilê xwe pêk nayne. Lewma ev dema (salek) ji bo Tirkiyeyê hatiye terxankirin, ceribandineke çareya dawî ye. Ji wan weye şensek dawî dane ber Tirkiyeyê ji bo Tirkiye li gor biryarên wan tevbigere. Lê bi min ev ne pir pêkan e û pirsgirêkeke sereke ya hiqûqa navneteweyî jî ev e. Xwespartina yekîtiya fikirê. Di girtineke ew qas dûr ûd irêj de salek wextekî pir zêde ye. Her wiha mirov nikare texmîn bike bê ka dê DMME ji bo pêkanîna vê biryarê mueyîdeyeke çawa bike." 
 
BAZARA ÇEKAN
 
Gingell, destnîşan kir ku madem li Ewropayê behsa vîneke siyasî tê kirin, nexwe demildest divê van mueyîdeyan pêk bîne. Gingellê got: "Ev dema hatiye terxankirin nîşan dide ku vîneke siyasî ya Ewropayê tune ye. Em baş dizanin Tirkiye ji bo hikûmeta Îngîltereyê jî bazareke çekan e. Ji bo peymanên çekan bi milyonan sterlîn tên dayîn. Wer xuya ye hikûmeta Îngîltereyê wisa difikire ku gava PKK'ê biparêze, gava mafê diyarkirin çarenivîsa xwe biparêze û di şexsê Abdullah Ocalan de mafên mirovan biparêze dê ev yek zirarê bide firotina çekan. Ev ne helwesteke durist e. Lê hûn dibînin her tişt diçe û tê di pereyan de asê dimîne." 
 
FIROTINA ÇEKAN
 
Gingellê bibîr xist ku li Wezareta Karên Derve ya Îngîltereyê ji ber binpêkirinên mafan lîsteya welatên ku dê çekan nefiroşin wan heye û divê lêkolîneke zelal bê kirin û Tirkiye daxilî nav vê lîsteyê bê kirin. Gingell, destnîşan kir ku li bajarên kurda şer heye û got: "Bajar bi topan serobino bûn. Sekvan li ser banan hatin bicihkirin. Zarokên biçûk jî di nav de bi dehan sivîl bi vî awayî hatin kuştin. Bi hezaran kes rast5gele hatin binçavkirin û girtin. Li Cizîrê bi dehan kes di jêrzemînan de hatin şewitandin. Û ev hemû li ber êavên dinyayê qewimîn. Ev binpêkirineke mafên mirovan a asta herî jor bû. Komkujiyek bû. Dheşet bi xwe bû. Tu welatî daxwaza lêkolînê nekir. Tu welatî ji bo kesên bi vê hovîtiyê re rû bi rû man doza tazmînatê nekir." 
 
‘DÊ DI PÊŞ DE HIN TIŞT ÇÊBIBIN'
 
Gîngellê bibîr xist ku Neteweyên Yekbûyî xwestibû ji bo lêkolînê komekê bişîne, got: "Lê Tiriyeyê got 'na.' Neteweyên Yekbûyî jî neda dû. Zor nedayê. Israr nekir û bi vî awayî ser meseleyê hat girtin. Welatên Ewropayê li ber vê hovîtiyê xwe li bêdengiyê, xwe li nedîtinê danîn. Çima li ber dehşeteke wisa xwe li nedîtinê danîn? Aqilê min nagire, piştî an tiştan dê bûyereke çawa karibe ku Tirkiyeyê daxilî nav lîsteya welatên ku dê çekan nefiroşin wê bbê kirin. Lê ez bawer dikim ku dê di pêş de hin tişt çêbibin. Belkî hê wextê wê nehatiye. Lê em niha dibînin ku hikûmeta Erdogan hem di warê siyasetê hem jî di war aborî de oq bûye. Belkî ev yek bibe cihê guherînê. Qet nebe ez wisa bawer dikim." 
 
BANG LI MÎRNIŞÎNIYA YEKBÛYÎ KIR
 
Gingellê di dawiya axftina xwe de bang li Mîrnişîniya Yekbûyî kir û got: "Bang li Mîrnişiniya Yekbûyî dikim ku di bazirganiya çekan de pêşî mafên mirovan esas bigire û ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin helwesteke rast bide der." 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose