Civîna YE-Îranê: Hevdîtina Cenevreyê bê encam ma

  • cîhan
  • 10:51 21 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarê şerê Îsraîl-Îranê wezîran karên derve yên welatên Ewropayê li Cenevre civîyan, civîna wan bê encam ma.
 
Şerê Îsraîl-Îranê kete roja 9’emîn. Êrişên ku Îsraîl li dijî tesîsên nukleerî, sererkanên leşkeri û zanyarên nukleerî yê Îranê da destpêkirin, di navbera her du welatan de berdewam dike. Ewropayê hewl da li Rojhilata Navîn şer raweste. Ji bo vê yekê duh wezîrên karê derve yê Ingîlistanê, Frensa, Almanyayê bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Arakçî re li Cenevreyê civiyan. Wezîrên karê derve yên Ewropî, ji bo Tehran bernameya xwe ya nukleer sînordar bike zext kirin. Lê di civînê de tu encamek derneket. Civîn li otelekî çend saetan domand û piştî civînê rayedaran, ragihandin ku wezîr ji bo berdewamiya civînê amede ne lêbelê tu gavên şênber nehatin avêtin.
 
ÎRAN: HETA ÊRIŞ RANEWESTIN EM Ê LI SER MASÊ RÛNENÊN
 
Welatên Ewropî, di civînê de hewl dan ku Îranê ji bo qani bikin ji bo çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyûmê sînordar bike û vegere ser maseya danûstandinan bi DYA’yê re. Lêbelê, Îranê tekez kir ku heta êrîşên Îsraîlê ranewestin, dê bi DYA re li ser maseyê rûnenên.
 
TRUMP 2 HEFTE DA ÎRANÊ
 
Serokê Amerîkayê Donald Trump, diyar kir ku Amerîka dê di nav du hefteyan de biryar bide ka dê tevlî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bibe an na. Dîplomatekî Ewropî daxuyand ku ji bo civîneke nû ti dîrok nehatiye destnîşankirin lê ew plan dikin ku di nav du hefteyan de dîsa bicivin. Lêbelê Trump hewldanên Ewropayê biçûk dît û diyar kir ku ti encamek nayê bidestxistin.
 
LI EWROPAYÊ NÊRÎNÊN CUDA HENE
 
Ewropa, bi modeleke fena ya 2015’an ve rê dide ji bo ku Îran bi awayeke sînordarkirî uranyûmê dewlemend bike. Lêbelê, DYA diyar kir ku divê di tu şert û mercan de destûr neyê dayîn ku Îran uranyûmê dewlemend bike. Îranê gelek caran ragihandiye ku ew ê çekên nukleerî çêneke, lê mafê wê yê ku uranyûmê ji bo karanîna sivîl dewlemend bike heye.
 
Herwiha cudahiya nêrînan di navbera welatên Ewropî de jî balê dikişînin. Ji aliyekî ve Serokwezîrê Alman Friedrich Merz di daxuyaniyan de piştevanî da Îsraîlê û ji aliyê din ve jî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi gotina "Ma me ji Iraqê dersa xwe negirtiye?" li dijî guhertina rejîmê derket.