Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin 2025-07-08 09:03:30 AMED – Li herêma Hesendînê welatiyan li dijî şîrketên xebatên madenê dikin kon vegirtin û nobed dan destpêkirin.   Şîrketa Kulp Maden û Bazirganiya Anonîm a Derve, xebatên lêgerîna madenê li herêma Hesendîn a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê didomîne. Rexmê betalkirina Rapora Bandora Hawirdor (ÇED) a lêgerînê, şîrket xebatên xwe yên lêgerîna madenê berdewam dike û ev xebat ji aliyê gundiyan ve hate protestokirin. Li dijî xebatên şîrketê welatiyan kon vegirtin û dest bi nobedê kirin.   GAVA KU ŞÎRKET DIAVÊJE SÛC E   Hevşaresarê Pasûrê Mûrat Îpek ê ku serdana konê çalakiyê yê welatiyên kir û diyar kir ku şîrket ji bo qetlîama xwezayê bi awayekî bêhiqûqî tevdigere.   Serokê Komîsyona Hawirdor a Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan, serdana welatiyan kir û bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û diyar kir ku ger gavên ku şîrket diavêje sûc e.    Piştî axaftina welatiyan stran gotin û govend gerandin.    Dê nobedê heta serê sibê bidome.