DÊRSIM - Rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê ku destûr nehat dayîn biçin qada hezazê ya li Licikê diyar kirin ku divê li dijî karesata çêbûyî her kes xwe birêxistin bike.
Di encama hezaza di 13’ê sibatê de li kana madena zêr a li Herêma Çoplerê ya navçeya Licik a Erzînganê de 9 karker di bin axê de man. Ev bû 6 roj ku hêj jî karker nehatine dîtin. Îxtîmal heye ku siyanûra li herêmê tevî Çemê Firatê bibe ku li nêzî herêma madenê ye. Ev rewş, xetereyeke mezin li ser Hewzaya Firatê çêdike ku gelek bajar li vê hewzayê ne. Ji ber vê yekê bertekên li dijî berpirsyaran her ku diçe zêdetir dibin.
Piştî karesata li Licikê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Dêrsimê û endamên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê xwestin biçin cihê karesatê. Lê belê di derketina bajar de ji ber qedexeya Walîtiya Dêrsimê hatin astengkirin. Endamên komeleyê li dijî karesata li Licikê banga xwebirêxistinê û hestiyariyê kirin.
‘HEWCEHÎ BI XWEBIRÊXISTINKIRINEKE XURT HEYE’
Ji rêveberên komeleyê Hasan Yuksel got ku weke komeleyên hawirdorê ji demên berê heta niha li dijî siyanûrê têdikoşin. Yuksel, destnîşan kir ku siyanûr zirarê dide hemû zindiyan û wiha got: “Tevlibûna siyanûrê ya nava axê, dike ku xak, av û hewayê vê herêmê jehrî bibe. Sermaye ji ber çavbirçîtiya xwe ya kar û rantê, bêyî ku xeman ji tenduristiya zindiyan bixwe, xwezaya me tune dike. Di sala 2022’yan de piştî teqîna siyanûrê me pêvajoya hiqûqî da destpêkirin lê encamek jê derneket. Îktîdara heyî dîsa bi ya xwe kir û destûr da van xebatan. Divê ev der tavilê bê girtin û berpirsyar bên darizandin. Ev yek cînayet e. Divê hemû derdorên ekolojî û hawirdorê li dijî vê xwe bi awayekî xurt birêxistin bikin û seknekî raber bikin.”
‘EM Ê JI BO PARASTINA HEBÛNÊ TÊBIKOŞIN’
Ji endamên komeleyê Mehmet Kaş jî diyar kir ku Enqere guh nade karesatên di nava 2 salên dawî de qewimîn. Kaş, bi lêv kir ku siyanûr xwezayê tune dike, rê li ber nexweşiyên penceşêrê vedike û hawirdorê dike çol û jehrî dike. Bi domdarî Kaş anî ziman ku hawirdorparêz ji bo parastin û pêşîlêgirtina texrîbkirina hawirdorê hene û wiha got: “Guh bidin dengê me û bi hestiyarî tevbigerin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Têkildarî mijarê endamê komeleyê Ozgur Ozan Karaagaç jî ev tişt anî ziman: “Carnan dibêjin ‘hûn li Dêrsimê ne lê çima xwe têkilî Erzînganê dikin?’ Licik Munzur e, Munzur Firat e, Firat Rojhilata Navîn e û Rojhilata Navîn jî hemû cîhan e. Mijareke bi ser dewletan re ye û nabe ku ji bo çendek kesan bê hiştin. Bi taybet jî dema mijar bû hewa, av û ax, ev mijar qet ji bo şîrketan nayê hiştin.”
‘ŞÎRKETÊN ÇAVBIRÇÎ Û NOKER’
Nûnerê komeleyê Yûsûf Topçu jî bi lêv kir ku tenê bi rêya rêxistiniya gel dikare rê li ber karesatên heyî were girtin. Topçu, got ku tevî hemû hişyariyan jî şîrketên “çavbirçî” bi hevkariya rêveberên welêt tevdîrên pêwîst negirtine. Topçu, axaftina xwe wiha qedand: “Hem şîrketên kanadayî hem jî yên amerîkî bi rêya nokerên li welêt re li her çar aliyan belav bûne û hewl didin tevahiya welêt talan bikin. Berpirsyarê sereke jî îktîdar e. Ew, nokerên van in. Tevî hemû hişyariyên zanistî jî guh nedan qewimînên li Licikê. Ev karesat bi awayekî derket holê û qewimî. Divê hemû derdor û saziyên li dijî hawirdorê bihestiyar tevdigerin û hemû kesên ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’, li dijî vê rewşê xwe birêxistin bikin, têbikoşin û teqez rê nedin şîrketên mêtingeriyê û burjuvaziya tekedestiyê.”
MA / Mujdat Can