Kaniya Çirê tê tunekirin

ÊLIH - Kaniya Çirê ya herêma Timoqê ji ber sergoya kesên tên seyranê bi tunebûnê re rûbirû maye. 

Sûlava Kaniya Çirê, ku li quntara Çiyayê Helqisê li gundê Timoqê yê navçeya Hezoyê ye, bi kaniyên xwe, ava sar û daristanên xwe bedewbûneke xwezayî ye. Kaniya Çirê ji ber sergoyên ku ziyaretvanan li pey xwe hiştine tên texrîbkirin.
 
Li vê navenda ku mirov bêhnê vedidin, gundî jî pêdiviyên xwe yên avê bi cih tînin. Li Kaniya Çirê, ku ji ber bermahiyên ji aliyê ziyaretvanan ve hatin hiştin, ava tê qirêjkirin, heywanên ku plastîkan dixwin zirarê dibînin.
 
Niştecihê gund Yilmaz Katan bertek nîşanî ziyaretvanan da. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Katan da zanîn ku ji bo pêşî li qirêjiya xwezayê  were girtin divê tedbîr werin girtin û got, "Yên tên vê derê divê çopê ne li nêzî avê ne jî li peravê nehêlin. Em her tim sergoyên wan berhev dikin. Ev der bi av, hewa û xwezaya xwe xweşik e. Em dixwazin mirov bên. Lê belê divê paqij bihêlin. Ev xweza û av aîdî me hemûyan e. Divê rayedar torbeyên sergoyê yên bi xwezayê re li hev dikin li vir bi cih bikin. Divê sergo bi rêk û pêk bên komkirin. Eger bi vî rengî dewam bike, xwezaya vê derê dê wêran bibe. Divê her kes hesas be."