ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-21 09:00:23   * Rahîme Kahraman a ku di 22’yê Îlona 1985’an de li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hat teşhir kirin, jinên Şirnexî navê wê li keçên xwe kirin û tevî ku 39 sal bi ser re derbas bûn jî navê wê nehat jibîrkirin.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dixwazin bi Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet re dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin û ew ê di vî warî de bi gelek derdoran re têkiliyê deynin û got: "Armanca me ew e ku tecrîda li Îmraliyê bibe rojev û meseleya kurd bi rêyên demokratîknç gengeşekirin."    *  Berdana girtî Çetîn Arkaş ku di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, roja wê bihata berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat taloqkirin.    * Der barê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî hilbijartinê ji wezîfeyê hat girtin îdianameyeke din jî hat amadekirin.    * Tevî pêkanînên rewşa awarte (OHAL) yên fiîlî yên li Geverê jî xizmên windayan her hefte li qadê tên cem hev. Xizmên windayan diyar kirin ku heta kiryar neyên eşkerekirin û edaleta rast pêk neyê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.   * Abdulkadîr Barût, bavê Kendal Barut ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin, diyar kir ku laşê kurê wî bi bîrîn e, nayê dermankirin û got: "Em jî tên cezakirin."   * Dengbêj Kazo yê ku tam 32 sal berê di şeva ku ji bo nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn hat lidarxistin de bi destê Mûsa Anter girtibû û bi hev re govend gerandibû, wiha got: “Dema min ew dîmen piştî salan dît, pir pê êşiyam. Lê ji aliyê din ve ez kêfxweş bûm ku vî dîmenî ez û Apê Mûsa di govendê de aniye cem hev.”   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Dadê” de li Edeneyê serdana karkerên çandiniyê û kedkaran bike. (10.00-15.00)    * “Komxebata di Sedsala 21’emîn de Polîtîkaya Têkoşînê ya li Dijî Pergala Mêrsalarî û Rêbazên wê” ku Kovara Jineolojiyê li Wanê li dar dixe û dê du rojan berdewam bike dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dest pê bike. (10.00) ZINDΠ   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD dê li Amed, Gever û Êlihê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiyên xwe bidomînin. (11.00-12.00)    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya hezar û 17’emîn ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê pêk tînin dê li dar bixin. (12.00)    * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.30)    * Emîne Şenyaşar, dê Nobeta xwe ya Edaletê ku veguhestiye Meclisê di roja 31’emîn de bidomîne. (14.00-17.00)   * Bi pêşengtiya DFG’ê ji bo pirtûka rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol a bi navê “Dîroka Çapemeniya Azad” dê li Hewş Kafe ya li Sûra Amedê roja îmzeyê bê lidarxistin. (18.00)