Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e 2024-09-21 10:15:39 WAN - Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata ji bo du rojan li dar dixe. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di destpêka komxebatê de axivî û got: "Jineolojî kodên 5 hezar salan ê baviksalarî lêkolîn dike û di heman demê de li dijî vê yekê zanisteke azadiya jinan derdixe holê." Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata bi mijara “Komxebata Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Pergala Serdestiya Mêrsalarî di Sedsala 21’emîn de” ya ku du rojan bidome li dar dixe. Komxebatê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Huda Kaya û gelek jinan pêk tê. Axaftina destpêkê ya komxebatê hat kirin.    'ARMANCA ME ZANISTEKE AZADKIRINA JINAN E'    Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di destpêkê de Nagîhan Akarsel bi bîr anî û wiha got: "Îro jin li hemû cîhanê bi tecawiza komî rû bi rû dimînin. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê jin di eniyên herî pêş ên berxwedanê de şer kirin. Lê îro zîhniyeta mêrane hemû destkeftiyên jinan desteser dike. Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin. Jin zêdetirî 100 sal in têdikoşin. Hemû destkeftiyên jinan encama têkoşîneke demdirêj e. Bi taybetî bi mezinbûna şer a piştî 2015’an, îro hemû destkeftiyên bi dest ketine di bin xeteriyê de ne. Di tevahiya vê xeleka şîdetê de, bi taybetî li Kurdistanê qonaxeke tund a tundiyê heye. Bi taybetî em bi qonaxeke cuda ya kolonyalîzmê re rû bi rû ne. Hemû destkeftiyên jinan di bin xeteriyê de ne. Piştî tayînkirina qeyûman di sala 2016’an de pêşî sazî û komeleyên jinan hatin girtin. Jineoloji jî bi mîrata zanista jinê re hewl dide xeteke nû ya têkoşînê biafirîne. Berxwedana jinê ya ku ev nêzî nîv sedsal e li Kurdistanê tê meşandin mîrasê wê ye. Jineolojî jî  hewl dide zanisteke nû ava bike. Zanist xizmeta kê dike gelek salan tê nîqaş kirin. Jineolojî kodên 5 hezar salan ên baviksalarî lêkolîn dike, armanc dike ku zanisteke azadkirina jinan pêşkêş bike."   Aydin bal kişand ser 10 saliya Jineolojiyê û bal kişand ser girîngiya komxebatê. Aydin da zanîn ew dixwazin nîqaşên xwe di vê komxebatê de bikin û naveroka komxebatê parve kir.    Piştî axaftina destpêkê komxebatê bi mijara "Ji duh heta îro Jineolojî: Çima-çawa" dê berdewam bike.