Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe 2024-09-21 10:29:52   RIHA - Rojnamevan-nivîskar Seyît Evran bi pênûs û kameraya xwe 30 salan têkoşîn û dengê gelê kurd ji cîhanê re ragihand. Salek bi wefata Evran re derbas bû. Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû got: “Naskirina bi heval Seyît re naskirina heqîqetê bû.”    Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran sala par 22’yê îlonê li rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû. Evran di 54 saliya xwe de xatir ji têkoşîn û ji jiyanê xwest. Ew di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê tê dinê. Hê dema 11 salî ye, dibe şahidê hovîtiya darbeya 12’ê Îlonê.    TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ YA 30 SALAN    Evran piştî 12’ê Îlonê her tim xwe di alî û refên têkoşîn û serhildanê de dît û bicih kir. Piştî zanîngehê qezenc dike bi awayek çalak di nava refên têkoşîna gelê kurd de cih digire. Ew Zanîngeha Çûkûrovayê qezenc dike û li wir dixwîne. Ew cara ewilî Gerînendeyek Weşan Giştî ya jin Gurbetellî Ersoz nas dike. Ev naskirin ji bo Evran dibe xala destpêka guhertina jiyana wî.    Evrran di heyamek ku li bakurê Kurdistanê şer giran dibe, gund tên şewitandin û valakirin, her roj cînayetên faîlê wan nediyar pêk tên dest bi rojnamevaniyê dike. Ew di sala 1994’an de li Rojnameya Ozgur Ulkeyê dest bi rojnamevaniyê dike û ji bo rastiyan ragihîne xwe dike bedelê têkoşînê. Ew bi rojnamevaniya xwe dibe dengê têkoşîn û azarên gelê kurd û gelên din ên bindest.    Evran paşê dibe Berpirsiyarên Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Ulkeyê. Di vê dema ku Evran berpirsiyar e şeva 3’yê Kanûna 1994’an de navenda rojnameyê ya li Stenbolê û ofîsên rojnameyê yên li Amed û Enqereyê hatin bombekirin. Di teq3ina ku Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkarên rojnameyê birîndar bûn, Evran bi saxî rizgar dibe.    Evran piştî êrişa li dijî rojnameyê diqewime berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û qewimînin li wir bi raya giştî re parve dike. Evran di sala 1995’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tiştên li çiyayan diqewimin wiha şîrove dikir: “Kurdên çiyayî, li çiyayên kurdan her mirov xwedî gelek çîrokan in. Tenê çîrokek, serpêhatiyek nikare qala wan bike, çimkî têrê nake. Carna mirov jiyanê di çend saniyeyan de bicih dike. Carna piştî salên dirêj tu hevalek xwe dibînî. Çimkî tu di şertên şer de dijî.”    ŞOREŞA ROJAVA JI CÎHANÊ RE RAGIHAND    Evran têkildarî jiyana û serpêhatiyên gerîlayên PKK’ê gelek nivîs û makeleyan û nûçeyan dinivîsine. Ew bîranînên xwe di pirtûka “Rêwîtiya ber bi Qerexê Jiyanê ve (Hayatın Kıyısına Yolculuk)” berhev dike. Evran li Rûsya û Ermenistanê jî rojnamevaniyê dike û di sala 2012’an de berê xwe dide rojavayê Kurdistanê û şahidiya Şoreşa Rojava kir û heta dawiya jiyana xwe jî kêlî bi kêlî geşedanên li ser Rojava şopand û ragihand. Ji bo Şoreşa Rojava ji hemû cîhanê re ragihîne kedek zêde da û ket nava hewldanên mezin. Ew gelek caran bi mirinê re rû bi rû dimîne. Wî li rojavayê Kurdistanê li akademiyên çapemeniyê gelek caran dersa rojnamevaniyê dida şagirtan.    PEYAMA DAWΠ   Evran di sala 2017’an de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û piştî çar salan dîsa derbasî rojavayê Kurdistanê dibe. Di vê demê de nexweşiya dil lê peyda bû. Du caran ji dilê xwe emeliyat bû. Lê belê tevî nexweşiya xwe jî heta hilma xwe ya dawî jî dest ji têkoşîna heqîqetê berneda. Seyît Evran meha îlonê bi hevoka, “her cara tu têyî, ez xemgîn û mest dibim” pênase dikir û herî dawî jî di vê meha xwe ya xemgîn de xatir xwest.    Li pişt xwe ev peyam hişt: “Ji bo tu wate li her kêlî û qadên jiyanê bikî têkoşîn hewce dike. Min jî ji bo vê wateyê têkoşînek mezin da. Ez kurd im û divê gelê min jî azad bûbûya. Ji bo vê jî min heta hilma xwe ya dawî pênûs û kemeraya xwe şixûland, min gotinên xwe gotin. Niha ez dinêhirim gelo çend nifş guherîn? Lê tişta ku ez dizanim em her roj zêde bûn…    Em bikevin gor û qebran jî em ê ji bo azadiya vî gelê tişta bikeve ser milê me em ê bikin. Em ji felsefeya ku têkoşîn û xebat ji bo me bûye prensîb tên. Ji bo wê hebûn û me dît.    Kalikê min dema bi Şêx Seîd re dimeşe dest bi vê têkoşînê dike. Ez neviyê kalikê xwe me. Min ala wî hilda û min bi Rêber Apo û PKK’ê berdewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê het Qamişloyiyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derî bûm. Lê niha jî aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, alîyekî min Başûr e û aliyek min jî Rojhilat e. Ez bi tevahî bûm Kurdistan. Êdî li pey min bi milyonan kes hene û wê vê kevneşopiyê bidomînin…   Hê jî gelek tişt hebûn bihatina kirin, lê dem ewqas bûye.    Bi xatirê we û di nava xweşî û hezkirina min de bimînin!"   ‘LÊGERÎN Û DERWÊŞE HEQÎQETÊ BÛ’    Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû yê ku demek dirêj bi Seyît Evran re xebitî, behsa têkoşîna hevrê û hevpîşeyê xwe kir. Mûtlû da zanîn ku wî Seyît Evran li başûrê Kurdistanê nas kiriye û got: "Wê çaxê ez nû dibûm rojnamevan yanî ez dibûm endamek Çapemeniya Azad. Em şagirtên hevalê Seyît bûn. Nûnertiya kevneşopiya Çapemeniya Azad dikir û hînî me dikir. Her çiqas nedianî ziman jî lê bi sekna xwe rojnamevaniyê nîşanî me dida. Bi sekna xwe nîşan dida ku lêgerîna heqîqetê çawa ye û wî bi vê helwesta xwe hîs dida me ku wî ev rastî ji Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersoz, Halîl Dag û hevalên din wergirtiye. Dema meriv li hevalê Seyîd dinêhirî meriv rastî şopên dîrokê dihat. Dîrok jê dibariya. Naskirina hevalê Seyîd naskirina heqîqetê bi xwe bû. Ew lêgerîn û derwêşê heqîqetê bû.     WÊ HEVAL SEYÎT NEYÊ JI BÎRKIRIN   Divê kedkarên Çapemeniya Azad; Seyît Evran ji bîr nekin. Heval Seyît ala xwe dewrî me kir. Hevalê Seyît ji 30 salî zêdetir vê alê hilgirt. Divê ji niha şûn ve jî ev al nekeve. Pêwîste ev ala wî û hemû hevalên me yên din bigihîje nifşên siberojê. Heval Seyît di peyama xwe ya dawiyê de got, ‘Gelek tişt hebûn ku me yê bikira…’ Bila dilê wî li pey vê nemîne, em ê her tiştî bikin. Wê tu tiştek nîvco nemîne. Bedela wê çi dibe bila bibe wê ew ala wî li ser milan ba bide.”    MA / Emrullah Acar