Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin 2024-09-21 11:11:11   STENBOL- Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dixwazin bi Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet re dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin û ew ê di vî warî de bi gelek derdoran re têkiliyê deynin û got: "Armanca me ew e ku tecrîda li Îmraliyê bibe rojev û meseleya kurd bi rêyên demokratîknç gengeşekirin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û girtiyên din ên li heman girtîgehê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, 42 meh in tu agahî nayê girtin. Li hemberî vê komek rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan ên Kurdistanî û Tirkiyeyê di 5'ê Îlonê de li Amedê hatin cem hev û Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet ragihandin. Hewldana ku ragihand ew ê li dijî tecrîdê têbikoşin, armanc dike ku di pêş de bi hemû beşên civakê re bê cem hev.   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn ku di nava Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet de cih digire, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser armancên hewldanê û xebatên wê axivîn.    Keskîn anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi îro re ne sînordar e, berovajî vê tecrîd ji sala 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, tê meşandin. Keskîn anî ziman ku tevî ku şert û mercên hevdîtinê yên li Girtîgeha Îmraliyê bi qanûnê hatine diyarkirin jî ev 42 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: "Li wir pirsgirêkeke Tirkiyeyê ya ku guh nade hiqûqa xwe ya navxweyî heye. Bi awayekî din, ew avahiyek e ku pir ne diyar e kî berpirsê wê ye. Lê belê ji bo girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûne, qanûna înfazê ya Komara Tirkiyeyê eşkere ye. Lê li Girtîgeha Îmraliyê pêkanîneke li derveyî vê qanûnê heye. Û demeke dirêj e hevdîtin tê astengkirin. Berî her tiştî ev neheqiyeke mezin e."   ARMANCA HEWLDANÊ   Keskîn diyar kir ku wan Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê pêk tê ava kiriye û têkildarî armanca avakirina hewldanê de ev tişt gotin: “Tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wisa dixuye ku ev yek bi armanca neçareserkirinê tê ferzkirin. Ji ber vê jî komîsyoneke wiha hat avakirin. Yanî ji bo ev carek din were rojevê, ji bo ku beşên cuda yên civakê li ser vê bêhiqûqiyê gengeşiyan bikin û kesên ku divê di vê mijarê de cih bigirin jî bên vexwendin û erka xwe pêk bînin, hate avakirin. Ji xeynî çend derdorên li vê erdnîgariyê, kes di mijara meseleya kurd de karê xwe nake. Armanca me ew e ku em wan vedixwînin vê peywirê."    ‘JI XEYNÎ PARTIYÊN FAŞÎST EM Ê HEVDÎTINÊ BI HEMÛ DERDORAN RE BIKIN'   Keskîn diyar kir ku hîn bernayea nexşerêya hewldanê tam zelal nebûye, lê nîqaşên wan ên di vî warî de didomin û got ku wê di vê çaçroveyê de hin hevdîtinan bikin. Keskîn got: “Helbet ev komîsyoneke pir nû ye. Cara yekem e xwe deklere kiriye, lê ji niha û pê de wê gelek hevdîtinên cuda bên kirin. Dê bi partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl û rewşenbîran re hevdîtin bên kirin. Yanî bi hemû beşên civakê yên ku em dengê wan girîng dibînin û bi taybetî em ê li ser meseleya kurd hevdîtinan bikin. Ji bilî partiyên faşîst wê bi hemû aliyan re hevdîtin bên kirin. Wekî mînak bi MHP’ê re nabe. Ev yek bi Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) re nayê kirin."   Keskîn anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê di heman demê de neçareserkirina meseleya kurd jî xurt dike û destnîşan kir ku hevdîtinên ku wê bikin wê ne li derî vê bin. Keskîn wiha got: “Ji ber vê yekê divê her kes bizane ku ev neçareserkirina ji aboriya Tirkiyeyê bigire heya di xizaniya wê de xwedî roleke mezin e. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê di polîtîkayên neçareserkirina meseleya kurd de israr dike, li Sûriyeyê wan komên cîhadparêz xwedî dike. Û pereyê ku divê ji karker û kedkaran re bê dayîn ji rêxistinên cîhadparêz re tê dayîn. Û ez pir meraq dikim çima tu sendîka vê yekê nayne zimên? Em ê van tiştan bibîr bibixin."   ‘MUXALEFET DENG DERNAXE'   Keskîn bêdengiya muxalefetê ya di vê demê de rexne kir û got: “Li Tirkiyeyê her tişt bi berberîkirinê tê geneşekirin. Di nava van hemûyan de qanûn jî tê jibîrkirin. Mînak muxalefet li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe dernaxe. Ji ber vê yekê mesele ne tenê pirsgirêka hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê ye. Astengkirin mafên Ocalan û girtiyên din ên li wir, mafê hevdîtina bi parêzerên re, girîngiya tecrîda li Îmraliyê di polîtîkaya xitimandina meseleya kurd de... Ji ber ku tu agahî ji Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê de ye nayê girtin."