Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e 2024-09-21 11:48:47   ENQERE - Şaban Kaygusuz ne milê wî yê rastê ne jî ranê wî yê rastê heye. ATK ku berê der barê Kaygusuz de gotibû “nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne”, cara duyemîn gotiye “jiyana wî ne di talûkeyê de ye” û berdana wî asteng kir.    Şaban Kaygusuz (26) di şerekî ku sala 2018’an de li Şirnexê diqewime birîndar dibe. Milê rastê û ranê rastê yê Kaygusuz tê jêkirin. Piştî binçavkirinê ew tê girtin. Ji Girtîgeha Sêrtê wî sewqî Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê tê kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 31 cezayê hepsê li Kaygusuz dibire. Kaygusuz herî dawî di 20’ê cotmeha 2021’an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T’yê Bunyana Qeyseriyê tê kirin.   GIRTÎGEH: MAYÎNA GIRTÎGEHÊ TALÛKE YE    Kaygusuz ji ber birînên di laşê xwe de û rewşa ling û destê xwe her tim wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê. Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê di 3’yê îlona 2019’an de raporek der barê Kaygusuz de amade dike û di raporê de tê gotin ku “wê jiyana wî di girtîgehê de bikeve telûkeyê.”    ATK: NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJΠ   Piştî vê biryara nexweşxaneyê, parêzerên Kaygusuz raporê di meha îlona 2019’an de ji Dadgeha Sêrtê re dişînin. Dadgeh di 28’ê mijdarê de raporê dişîne Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li ser vê yekê ATK di 11’ê kanûnê de Kaygusuz muayane dike. Desteya ATK’ê piştî du rojan ji Kaygusuz re raporek amade dike. ATK balê dikişîne ser rewşa Kaygusuz û dibêje, “ew nikare di şertên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne” û vê yekê bi pirdengiyê qebûl dike.    TEVÎ RAPORA ATK’Ê JÎ DAXWAZA BERDANÊ HAT REDKIRIN    Li ser vê geşedanê parêzerên Kaygusuz ji bo berdana miwekîlê xwe serî li dadgehê didin. Dadgeh têkildarî daxwazê biryarê çêdike û di biryara xwe de diyar dike ku ATK’ê di rapora xwe de meseleyê pirr mezin kiriye. Dadgeh rapora ATK’ê ji nedîtî ve tê û berdana Kaygusuz asteng dike.    DI HEMAN BIRYARÊ DE DU NÊRÎNÊN CUDA    Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê di 9’ê adara 2021’an de li hev civiya û der barê Kaygusuz de biryar da ku ji ber rewşa astengiya wî ew bi tena serê xwe nikare li hepsê bimîne. Lê Desteya Tenduristiyê di heman biryara xwe de diyar dike ku rewşa heyî ya Kaygusuz “talûkeyek teqez nîne” û îdia dike ku bi vî awayî hewceyî bi berdana wî û taloqkirina cezayê wî tune ye.     NEXWEŞXANEYÊN CUDA Û RAPORÊN CUDA    Kaygusz tevî nexweşiyên xwe jî bi darê zorê di 20’ê cotmeha 2021’an de sewqî Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê tê kirin. Kaygusuz ji ber nexweşiyên wî di 14’ê kanûnê de radikin Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê. Vê nexweşxaneyê jî îdia kir ku ne hewce ye cezayê Kaygusuz bê taloqkirin û girtîgeh jiyana wî naxe talûkeyê. Heman nexweşxaneyê xwest ku Kaygusuz sewqî girtîgeha tîpa R’yê bê kirin.    TEVÎ RAPORA ASTENGIYÊ YA JI SEDÎ 78 JÎ NAYÊ BERDAN    Di vê pêvajoya didomiya de Kaygusuz sê caran rakirin heman nexweşxaneyê. Balkêşe ku nexweşxane berovajî biryarên ATK’ê û nexweşxaneya Amedê biryarê dide. Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê di 6’ê cotmeha 2022’yan de der barê Kaygusuz de rapora astengiyê ya ji sedî 78 dide. Heman nexweşxane rojek piştre rapora, “Dikare bi tena serê xwe bijî. Hewce bi taloqkirina cezayê wî nîne” amade dike. Nexweşxane di 23’yê adara 2023’yan de raporek din amade dike û di raporê de heman îfadeyan dinivisîne.    WEZARETÊ NE ATK’Ê, NEXWEŞXANEYAN ESAS GIRT    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan der barê rewşa Kaygusuz û rapor û belgeyên ATK’ê û nexweşxaneyan de pêşniznameyek bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne dide Serokatiya Meclisê. Ûysal di pêşniyaznameya xwe de pirsa neberdana Kaygusuz dike. Wezareta Dadê di demek nêz de bersiva Ûysal dide. Wezaret di bersiva xwe de rapora ATK’ê ji nedîtî ve tê û bal3e dikişîne ser raporên nexweşxaneyan.    HEMAN SAZÎ Û HEMAN GIRTÎ LÊ BIRYAR CUDA NE    Ûysal da zanîn ku piştî van raporan Kaygusuz sewqî ATK’ê hatiye kirin. Ûysal diyar kir ku Kaygusuz di 12’3e hezîrana 2024’an de sewqî ATK’ê hatiye kirin. Ûysal an3i ziman ku ATK’ê dest ji biryara xwe ya ewil berdaye û di biryara xwe ya 7’ê tebaxê de îdia kiriye ku Kaygusuz dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne.     'DEST JI HIQÛQA DIJMINANE BERDIN’    Ûysal bertek nîşanî biryara duyemîn a ATK'ê da û got: “ATK adeta li gorî siyasetê biryarê dide. ATK bûye saziyek siyasî. Em wezaretê û saziyên pêwendîdar vedixwînink u der barê rewşa tenduristiya Kaygusuz de daxuyaniyê bidin. Heke tiştek were serê Kaygusuz wezaret berpirsiyar e. Mafê jiyanê yên girtiyên siyasî tune tê hesibandin. Adeta wan terkî mirinê dikin. Em carek din diyar dikin ku em van pêkanînan qebûl nakin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest dev ji vê hiqûqa xwe ya dijminane berde.”    MA / Mehmet Aslan