Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye 2024-09-21 19:11:08   ENQERE- Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeda edaletê ya li ber Meclisê de bi dowîza li ser "Edalet" nivîsandî doza edaletê kir.    Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 31'emîn de li Meclisê berdewam kir.   Şenyaşarê bi dowîza li ser "Edalet" nivîsandî doza berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî kir.