Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir 2024-09-22 16:20:06   AMED - Li Amedê baraneke zêde û gijlok bariyan û bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê bajar kir.    Bi ketina pileya germahiyê re li Amedê baraneke zêde û gijlok bariyan. Barana ku piştî nîvro bariya, trafîk serûbin kir. Li gelek cihan gerên avê çêbûn û welatiyan di hatin û çûnê de zehmetî kişandin.    Şaredariyan ji bo valakirina gerên avê xebat dan destpêkirin.