Beşar Esad efûya giştî îlan kir 2024-09-22 21:01:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo sûcên beriya 22’yê îlonê hatine kirin, efûya giştî îlan kir.    Li Sûriyeyê ji bo sûcên firarê, sûcên ji qubuhetê girantir  ji kuştinê siviktir û hin sûcên din ên beriya 22’yê îlona 2024’an hatine kirin, efûya giştî îlan kir.   Li gorî agahiyên nûçeya ajansa dewletê ya Sûriyeyê SANA’yê Serokê Dewletê Beşar Esad Giştînameya di Hikmê Qanûnê de weşand. Tê payîn ku dê ji bo hemû firarên navxweyî û derve yên li gorî Qanûna Cezayê Leşkerî ceza li wan hatine birîn, efûya giştî derbasdar be.    Li gorî giştînameyê hikmên efûyê dê ji bo kesên xwe veşartine, reviyane, kesên din ava 3 mehan de li welat, kesên din ava 4 mehan de li derveyî welat teslîm nebin dê derbasdar nebe. Sûcên mezin ê li dijî dewlet û civakê hatine kirin, hin sûcên din ên giran, bertil, sixtekarî dê neyên efûkirin.    Esad herî dawî di çileya 2022’an de ji bo qaçaxên leşkeriyê yên li welat û derveyî welat efû derxistibû.