Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin 2024-09-23 11:02:09 ENQERE  - Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û xwest prosedura binpêkirinê bide destpêkirin.  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19’ê îlonê de civîna xwe li dar xist û binpêkirina “mafê hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir rojeva xwe. Komîteyê xwest ku tevdîrên pêwîst bêyî dereng bê xistin divê bên girtin. Komîteyê hişyarî da Tirkiyeyê heke ku gavan neavêje dê di civîna xwe ya îlona 2025’an de biryara navberê amade bike.    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û endama Komîsyonê Nuray Ozdogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin.    Turkdogan biryara DEMM’yê bi bîr xist Âu got: “Divê rewşa her girtiyî di ber çavan de derbas bikin û haya wî ji mafê wan ê berdanê hebe. Ev mafê rûmetê yê mirov e. Mafek wisa Peyman Mafên Mirovan a Ewrapoyê û feraseta dadehê ji bo vê derfet dide nasîn. Em ji bo vê dibêjin mafê hêviyê. Hûn nikarin heta mirinê tu kesekî di hepsê de bihêlin. Li Tirkiyeyê gelek mirovên di vê rewşê de hene. Li gorî texmînên me hejmar bi ser 4 hezarî re ye. Hikûmet israr dike ku viya eşkere neke. Ez hêvîdarim di demek nêzîk de hejmara rasteqîn eşkere bike û bê dîtin ku rewş çiqas xeternak e.”    BERTEK NÎŞANÎ KOMÎTEYÊ DA    Turkdogan da zanîn ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan, Komîte giran tevdigere û got: “Komîte Tirkiyeyê hişyar dike. Divê Tirkiyeyê di meha îlona 2021’an de planek çalakiyê pêşkêşî Komîteyê bikira. Sê sal bi ser re derbas bûn. Tirkiye li gorî tu pêşniyaran tevnegeriya. Tevî vê yekê jî cezayê muebeda girankirî jî nehat rakirin. ‘Mafê hêviyê’ nehat nasîn. Ev ne bes e bi ser re tecrîda girankirî jî zêde dijwartir kirin. Ne pêkan e ku ev bê qebûlkirin.”   'PROSEDURA BINPÊKIRINÊ PÊK BÎNE’    Turkdogan anî ziman ku Komîte bi sedemên siyasî tevger dike û got: “Tenê ne dozên di vê grûbê de, di gele kdozên grûbên din jî rewş ev e. Ev rewş bi hezaran mirov eleqedar dike. Tirkiye ji bo ku di vî warî de gavan neavêje israr dike. Biryara ku îsal Kometeyê da li gorî biryara sala 2021’an hin bêtir xurttir e. Qet nebe gotiye heke Tirkiye wezîfeya xwe pêk neyîne dê biryara navberê amade bike. Em dixwazin ji vir bang li Komîteyê bikin; Binêhirin peymana mafên mirovan a Ewropay3e pir vekirî ye. Heke welatek ku biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi israr bicih neyîne û bi xwesteka xwe li gorî wê tevnagere, hûn neçarin ku prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin. Yanî heke Tirkiye di demek kin de mafê hêviyê nas neke û tişta pêwîst bicih neyîne, ji Komîteyê daxwaza me ew ew e ku pêvajoya prosedurê bide destpêkirin.”    BANGÎ MECLISÊ KIR    Turkdogan bang li Meclisa Tirkiyeyê jî kir û got: “Li dijî birêz Ocalan hikmek û biryarên taybet di dewrê de ne. Hûn nikarin qanûnek taybet li gorî kesekî çêkin. Em dixwazin qanûnên cihêkar ji holê bên rakirin û heke ev qanûn bên rakirin wê hem cihêkarî were rakirin û hem jî wê ‘mafê hêviyê’ bê nasîn. Divê demildest Tirkiye dest ji vê pirsgirêka ku her diçe mezin dibe, berde. Neçar e ku qanûna înfazê ya DEMM’yê sererast bike. Di vê mijarê de partiya me gelek caran teklîfên qanûnê daye Meclisê. Divê teqez cezakirina mubeda girankirî bê rakirin. Teklîfa me jî ew e ku qanûn bê sererastkirinê. Divê ev yek demildest li ber çavan bên girtin û tişta hewceyî çi be bê kirin.”    BANGA ME LI DESTHILATA SIYASÎ YE   Helbet banga me li desthilata siyasî ye. Em dixwazin vê bînin bîra desthilata siyasî; rejîma muebeda girankirî nayê qebûlkirin. Ji ber ku cezayê mirinê yê hatiye dirêjkirin nayê qebûlkirin. Pişt re hate paşguhkirin û hejmarê ji 4 hezarî derbas kir. Li gorî pêşniyarên Komîteya Wezîran tevbigerin û demildest hewcehiya mafê hêviyê bi cih bînin.    REWŞEKE KU TECRÎD DERBAS KIRIYE YE…   Divê mirov vê bîne bîra desthilata siyasî. Di kesayeta birêz Ocalan mafê hêviyê nayê naskirin û weke rewşeke ku înfazê eleqedar dike tecrîd xistine dewrê. Heta rewşeke ku ji tecrîdê wêdetir e. Em ji vê re dibêjin agahînegirtina mûtleq. 42 meh derbas bûn. Bi rastî jî nayê qebûlkirin ku girtiyek nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin destnîşan bikin ku desthilata siyasî demildest agahînegirtina mûtleq rake û bikeve nava pratîkeke ku birêz Ocalan ji mafên xwe yên qanûnî sûdê bigire.    RÊYA AŞTIYÊ JI RAKIRINA TECRÎDÊ RE DERBAS DIBE   Herî dawî em vê bêjin; Pozîsyona birêz Ocalan weke ku pêvajoyên aştiyê yên berê jî tê fêmkirin pozîsyoneke diyarker e. Pratîka wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane daniye holê nîşan dide ku aştîxwaz e. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Pêdivî bi pêvajoyeke aştiyê ya nû heye. Rêya vê jî ji rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan re derbas dibe.    BANGA LI RAYAGIŞTÎ YA DEMOKRATÎK    Em ji vir jî bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikin. Dema birêz Ocalan bû mijara gotûbehsê tiştekê bibêjin. Tecrîdê qebûl nekin. Serokekî din ê siyasî di girtîgehê de bûya berdin 42 meh tenê mehekê destûr nehatibûya dayîn ku bi kesê re hevdîtinê bike niha we qiyamet rakiribû. Raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê; 42 meh in destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, qet nebe di vê mijarê de gotinekê bêjin.”   NE TENÊ DAXWAZA PARTIYA ME YE   Endama Komîsyonê Nûray Ozdogan a di civînê de mafê axaftinê girtin jî wiha got: “Daxwaza têkildarî birêz Ocalan û bi hezaran girtiyan ne tenê daxwaza partiya me ye. Partiya me daxwaza beşeke gel a berfireh ji we re radigihîne. Bang li rayedarên ku divê di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin dike. Îro dema ku hûn li tu derê hiqûqa edaletê pêk neînin, hiqûqê li gorî xwe bi cih bînin, hemû mekanîzmayên dewletekê dirizin. Em ji bo vê jî gotina xwe dibêjin. Em bi berpirsyartiya partiya siyasî tevdigerin û em saziyên dewletê desthilatê vedixwînin ku li dijî gel bi berpirsyariyê rabin.    EV YEK DIVÊTIYEK E   Ev berpirsyartiyek, divêtiyek e. Divê biryara DMME’yê jî were pêkanîn û daxwaza gelan a di vê mijarê de li ber çavan neyê girtin. Ji bo pêvajoyeke demokratîk ev divêtiyek e. Ev ne daxwazeke li gorî rewşa we ye. Ji ber vê yekê divê li dijî vê hemû gelên Tirkiyeyê deng derxînin. Ev pirsgirêk û meseleya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em ê bi dengekî bilindtir bînin ziman. Heke ji bo hemû gelên Tirkiyeyê deriyekî aştiyê bê vekirin divê ewilî tecrîd ji holê bê rakirin. Em di vê mijarê de herkesê vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”