Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene 2024-09-23 13:27:08 ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bal kişand ser lêpirsîna Narîn Guran û got: “Lêpirsîn veşarî ye. Di çarçoveya biyara veşariyê xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene.”  Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî cînayeta Narîn Guran a 8 salî ku li gundê Çûliyê yê ser bi navçeya Rezana Amedê ve hatibû kuştin û windakirin, daxuyanî da.    Tunç diyar kir ku li gel qeydên deng dîmenên kamerayê ku nehatine deşîfrekirin hene û li ser vê xebat didome û got: “Hin dîmenên kamerayê ku hatine tespîtkirin hene. Dîmenên kamerayê duh ji bo TUBÎTAK’ê hat şandin. Li ser dîmen xebat tên kirin.”   Tunç diyar kir ku di çarçoveya dosyeyê de îfadeyên 268 kesan hatiye girtin û wiha got: “Li ser dosyeyê-lêpirsînê biryara veşarî didome. Di çarçoveya biyara veşariyê xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene. Wê kujerên keçika me Narînê wê teqez di çarçoveya lêpirsînê de werin tespîtkirin. Di encama darizandinê de kujer wê hesab bidin. Em ê heta dawiyê bişopînin.”