Di bin çavan de mûameleya xerab 2024-09-23 15:36:10   STENBOL - Yûnûs Emre Geçtî yê ku piştî êrîşa li Umraniyeyê polîsekê jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin, kîsekî çopê li ber kirin û li wesayîta heywanan hate siwarkirin.   Yûnûs Emre Geçtî yê piştî êrişa li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê ku polîsa bi navê Şeyda Yilmaz jiyana xwe ji dest da hate binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin. Poşetê çopî li ber Geçtî hate kirin û ji aliyê du polîsên jin ve li wesayîta veguhestina heywanan a girêdayî Amîrtiya Şopandina Rewşa Heywanan hate siwarkirin. Dîmenên aydê wê kêliyê jî hatin servîskirin.    Hate ragihandin ku 26 qeydên sûc ên Geçtî yên weke “îstîsmara zayendî” , “birîndarkirina bi zanebûn” û “şelandin” hene.