ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-24 09:00:09   * Ferît Şenyaşar ê ku li Meclisê tevî dêya xwe ji bo "edaletê" li ber xwe dide, ragihand ku rayedarên hikûmetê sozên ku dane bi cî neanîne û got ku daxwazên wan ên ji bi hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re jî bi awayekî neyekser hatine redkirin.    * Endamê ELDH'ê Mîran Kakeee ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku divê ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qanûn bên sererastkirin.   * Şaredariya Gundikêmelê ji bo ku li herêmê sewalkarî bi dawî nebe, ji bo çêlekan û bizinan şivan girtin. Şivanên ku şaredariyê wan bi heq girtiye, 400 serî bizin û 90 çêlekan xwedî dikin.    * Danişîna doza Seroka TTB'ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê bê lidarxistin. (11.00)