Li Manîsayê cînayeta jinan 2024-09-24 10:09:44   MANÎSA - Li navçeya Yûnûsemreyê Selda Eller ji aliyê Gokhan Eller ê pê re di asta dest ji hev berdanê de bû ve hate qetilkirin.    Selda Eller a li navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê dijiya ji aliyê Gokhan Eller ê pê re di asta dest ji hev berdanê de bû û derbarê wî de mehekê biryara dûrxistinê dabû wergirtin ve hate qetilkirin. Gokhan Eller ê Selda Eller li mala wê qetil kir, pişt re çû Qerekola Polîsan a Barbarosê û sûcê xwe îtîraf kir.    Polîs û tîmên tenduristiyê yên li ser vê yekê çûn navnîşana Selda Ellerê di kontrola ku kirin de tespîtkirin ku Ellerê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Selda Eller piştî lêkolîna dozgeriyê birin Saziya Tiba Edl^ıya Nexweşxaneya Dewletê ya Merkezefendî ya Manîsayê.    Karûbarên îfadeyê yên Gokhan Eller ên li qereqola polîsan berdewam dikin.