Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin 2024-09-24 11:50:48   AGIRÎ - Di danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya de biryar hate dayin ku xwe li benda endama dosyayê ya li Dadgeha Bilind bigirin.    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û derheqê nûçegihanê wê Abdullah Kaya de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. 31’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya tev li danişînê bû lê parêzerê wî hincet nîşan da û tev li nebû.    Kaya, di parastina xwe de got ku ew rojnamegere e û rojnamegerî sûc nîne. Kaya, diyar kir ku endamê tu partiyên siyasî û rêxistinan nîne û wiha got: “Weke rojnamegerekî min di Mîhrîcana Çiyayê Agiriyê de nûçe şopand. Weke Çapemeniya Azad, em hewl didin raya giştî bi awayekî herî baş agahdar bikin.”    Dadgehê, biryar da ku xwe li benda encama dosyayê ya li Dadgeha Bilind bigirin û danişîna dozê taloqî 21’ê mijdarê kir.