Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin 2024-09-24 14:01:00   COLEMÊRG - Îfadeya rojnameger Rabîa Onver a ku ji ber nûçeya wê ya der barê çeteya fuhûş û tiryakê ya Colemêrgê de nûçe çêkiribû bi ser mala wê de hatibû girtin, nehat girtin.    Polîsan di 20’ê îlonê de bi ser mala nûçegihana Jinnewsê Rabîa Onver a li navçeya Gever a Colemêrgê dijî de girtin. Hate zanîn ku sedema serdegirtina mala Onver nûçeya dosye ya bi navê “Li Colemêrgê şerê taybet” a têkildarî çeteyên fihûş û tiryakê li Colemêrgê çêkiriye ye. Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi îdiaya “belavkirina agahiyên xelet” lêpirsîn daye destpêkirin û biryara destdanîna ser materyalên dîjîtal daye.    Îro rojnameger Rabîa Onver bi parêzer û hevpîşeyên xwe re ji bo îfadeyê bide dozgeriyê çû Edliya Colemêrgê. Lê dozger îfadeya Onver ne girt.    Dû re endamên Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), malbata Onver û parêzerên wê li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Parêzer Azad Ozer di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de li mala Rabîa Ozver lêgerinek pêk hat û ji ber ku ne li malê bû derbarê wê de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Ozer axaftina xwe wiha domand: "Duh me derfet dît ku em dosyayê lêkolîn bikin. Piştî lêkolînê, îro me bi dozger re hevdîtin pêk anî û me diyar kir ku kengê dixwazin dikarin îfadeya Rabîayê bigirin. Lê belê dozgerî da zanîn ku di vê pêvajoyê de îfadeya Rabîayê nagirin. Derbarê biryara binçavkirinê de jî dozger da zanîn ku ji bo binçavkirinê jî dê tiştek neyê kirin, heke hewce bike dê di çarçoveya lêpirsînê de têkilî bi parêzeran re bê danîn. Em ê wek OHD'ê têkildarî mijara navborî geşedanan bişopînin."    'EM Ê RASTIYAN DERXIN HOLÊ'    Di daxuyaniyê de Onver jî axivî û wiha got: "Di dema serdegirtinê de ez li derveyî bajêr bûm. Serdegirt li dijî hiqûqê ye. Ez li derveyî bajêr bûm û ji bo îfade dayînê ez hatim Colemêrgê. Bi hewldana parêzeran min xwest ez îfade bidim lê dozgerî hewcedarî bi îfadeyê nedît. Lêpirsîna ku hatî destpêkirin tê wateya hedefgirtina rojnamegeriyê. Tişta ku hat kirin astengiya li hemberî mafê girtina ragihandinê ye. Encam çi dibe bila bibe ez ê parastina pîşeya xwe bikim û li her qadê nûçeyan çêbikim. Em ê li ser şopa heqîqetê rastiyan derxin holê."   Daxuyanî bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.