Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir 2024-09-25 11:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe propagandaya hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin.   Hilbijartina ku gelek caran hatiye taloqkirin bi biryara Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê dê di 20’ê cotmeha 2024’an were lidarxistin. Propagandaya xebatên hilbijartinê di saet 00:00’ê şevê de, dest pê kirin û li gorî biryara komîsyonê dê 20 rojan propagandaya hilbijartina parlanmenteroyê were kirin. Roja dengdayîna taybet jî dê 18’ê cotmehê be. Komîsyona 136 lîsteyên hilbijartinê pejirandin. Hezar û 191 namzet dê têkevin hilbijartinê û ji van 368’ê wan namzetên jin in. Meclisa ji 90’ê parlamenterên hilbijartî ji sedî 5 jî ji parlamenterên kotayê, bi giştî 95 parlamenteran pêk tê.     Tê payîn ku dê di vê hilbijartinê de 2 mîlyon 893 hilbijêr deng bidin. Li gorî agahiyên dawî 180 hezar kes qertên dijîtal ên bikaranîna dengan negirtine. Hilbijartinên parlamentoyê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve were bi rêvebirin.