Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye? 2024-09-26 11:10:03 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî serdagirtina polîsan a li dijî saziyên perwerdeya kurdî didin da û ji Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya ê daxuyaniya “Feqiyê Teyran” dabû wiha pirsî, “Ka, we digot kurdî jî ya me?” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan derbarê encamên civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) û geşedanên di rojevê de li navenda partiyê civîna çepemeniyê li dar xist.   Dogan bal kişand ser rojevên di MYK’ê de hatine axaftin û wiha got: “Helbet rojea kuştina Narînê di rojeve MYK’a me ya sereke de yek e, em dest ji daxwazên xwe yên di vê mijarê de bernedin. Nîqaşên Destûran Bingehîn jî yek ji rojevên me yên sereke bû. Taybetî jî polîtîkayên li erdnîgariya kurdan tên meşandin û em ji wan re dibêjin şerê taybet jî di rojeva me de bû. Axaftina Serokkomar Erdogan a li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di rojeva me de bû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de biryarekî girîng da. Em ê derbarê vê mijarê de nirxandinên xwe bi we re parve bikin. Dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) mitîngek were lidarxistin. Ev mijar jî wek rojevekê hate nirxandin. Hevdîtinên Nan û Edaletê jî ji rojevên herî girîng ên Tirkiyeyê yek e.”    JI WEZÎR YERLÎKAYA PIRSÎ   Dogan bertek nîşanî serdagirtina polîsan a Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê da û wiha got: “Gelo çi dikin ev mirovên hatine binçavkirin? Di kursa kurdî de perwerdeyê didin. Berî van binçavkirinan û girtinan Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya li Amedê çi got; ‘Ey Dîlberê ya Feqiyê Teyran jî, kurdî jî ya me ye’. Piştre bi bal kişandina Ey Dîlberê, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler çû Şirnexê. Li Şirnexê bi stranên kurdî hate pêşwazîkirin. Hûn dixwazin çi bikin? Ka we digot kurdî ya me ye? Ka we digot herî zêde di dema desthilatdariya me de astengiyên li pêşiya kurdî hatine rakirin û kurkdî bûye zimanekî ku her kesek dikare biaxive? Êdî divê pirs werin bersivandin. Ji ber civak daxuyaniyên ku hûn didin bawer nake, bi tu awayî we ji dîl nabîne.”   Berfirehiya nûçeyê tê....