Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin 2024-09-27 09:02:02 ERZIROM - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmluyê tên ragirtin destnîşan kirin ku ew di bin tecrîdekî giran de tên ragirtin û diyar kirin ku serşok û daşir 24 saetan bi kamerayan ve tên temaşekirin.  Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmlûya Erziromê tên ragirtin, binpêkirinên li girtîgehê têm meşandin, bi nameyekî vegotin. Girtî diyar kirin ku girtîgeh li gorî şert û mercên tecrîdê hatiye amadekirin û dan zanîn ku tecrîdekî giran ser wan tê meşandin. Girtî bi bîr xistin ku ode bi qasî ku hewce ye nayên germkirin, di hewadariyê û paqijiyê de pirsgirêk hene û wiha gotin: “Kamerayên li girtîgehê, tim qadên taybet ên girtiyan qeyd dikin, rê li ber şopandina wan vedikin û ev yek jî wek şerê derûnî tê nirxandin. Girtî xwe dispêrin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û dixwazin binpêkirin bi dawî bibin. Herwiha girtî bi xwe spartina rêgeza ‘Li pêşberî qanûnan her kesek wekî hev e’ dixwazin binpêkirinên ew rû bi rû dimînin, werin dawîkirin.”    ‘EM 22 SAETAN DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN’   Girtî di nameya xwe dan zanîn ku binpêkirinên mafan, pergala mafê mirovan û edalet ji hêla pêkanînê de dide nîqaşkirin û wiha domandin: “Daxwaza girtiyan, divêtiya başkirina şert û mercên jiyana girtiyan baştir radixe li ber çavan. Girtiyên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind de tên ragirtin, tînin ziman ku mafên wan yên qanûnî tên binpêkirin. Tevî ku mafê wan ê 12 saet hewadariyê heye, girtî tenê dikarin 2 saetan mafê hewadariyê bikar bînin. 22 saetên dimînin girtî bi darê zaro di hucreyên xwe de tên ragirtin. Madeya 8’emîn a Qanûna Derbarê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê a Hejmar 5375 destnîşan dike ku girtîgeh bi tevdîrên ewlehiyê hatine tijekirin û li gorî benda 1’emîn a madeya 9’emîn divê destûra derketina derve ya 19 saetan a werzîş û aktîvîteyên komxebatê ji girtiyan re were dayîn.”   ‘TÊKILIYA BI DERVE RE TÊ GIRTIN’   Girtî anîn ziman ku avahîsaziya girtîgehê ji bo tu têkiliya girtiyan bi derve ve çênebe hatine avakirin, hesinên li ber paceyan nêhalin hewa têkeve hundir, tîrêjin rojê tên astengkirin û wiha pê de çûn: “Hesinên xistine li ber paceyên hucreyan, têkiliya bi derve zehmettir dike, tecrîda hatiye girankirin radixe li ber çavan. Ev rewş hem herîkîna hewayê asteng dike hem jî nahêle ku tîrêjên rojê têkevin hundir. Ji ber rêveberiya girtîgehê destûr nade ku girtî li derve cilên xwe ziwa bikin, girtî neçar dimînin ku cilên xwe li xwaringehê ziwa bikin. Ji ber vê yekê jî ode bihelm dimînin û dibe sedema nexweşiyan. Lewma nexweşiyên wek KOAH, bronşît, û mayînde li girtiyan peyda dibin. Tevî serlêdanan, rêveberiya girtîgehê guh nade van pirsgirêkan û bersiva, ‘Cil we tên şuştin û ziwakirin, hûn hêj çi dixwazin’ dide girtiyan.”   ‘AVDESTXANE Û SERŞO BI KAMERAYAN TÊ TEMAŞEKIRIN’   Girtî bi bîr xistin ku bijîşkên saziyê li girtîgehan venêrînê nakin, û wiha dirêjî dan gotinên xwe: “Madeya 63’yemîn a Qanûna Hejmar 5275 pêkanîna germahiya şert û mercên demsalê ferz dike, 79’emîn madeya wê jî di mehê de carekê kontrola bijîşkên saziyê ferz dike. Lê belê tê gotin ku gelek girtî ev saleke nayên kontrolkirin. Li gel van pargela kamerayên odeya rûniştinê ya girtiyan, xwaringeh, serşoyê 24 saetan dikêşe û rê li ber şopandina wê vedike. Ev yek wek îşkenceya derûnî tê nirxandin. Tunebûna derî ya di navber metbax û cihê razanê de mafê veşariyê yê girtiyan binpê dike. Tevî daxwazan jî bi gotina ‘qedexeye ku di navbera metbax û cihê razanê de derî an jî perde hebe’ serlêdanan red dikin. Ev sepan li gorî AYM’ê DMME’yê û rêgezên Wezareta Edaletê îşkence ne.”    ‘ŞERT Û MERC NE LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN IN’   Girtî diyar kirin ku binpêkirina mafan derveyî Destûra Bingehîn û qanûnan in û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Hemû avahîsaziya grtîgehê û rêziknameya hundirîn, li gorî sepanên tecrîdê û astengkirina mafên girtiyan hatine avakirin. Tevî ku em di qawîşên sê kesî de tên ragirtin polîtîkaya tecrîdkirinê berdewam dike. Ji ber di girtîgehê de înfaz li gorî şert û mercên hucreyê tê kirin, divê rojek wek du roj were hesibandin. Di tevbîrên ceza û ewlehiyê de wek vekirî tê gotin ku tu sepanên rûmeta mirovan biçûk dixin, nayên sepandin. Lê belê sepanên heyî derveyî vê rêgezê tên domandin, di girtîgehan de tên mayîndekirin. Ev geşedan di girtîgehan de têkildarî binpêkirina mafên mirovan nîqaşên girîng dide destpêkirin û îdiayên bêdengiya rayedaran a di vê mijarê de tîne rojevê.”    MA / Rûken Polat