Malbatek, 2 girtî û 3 bajar! 2024-09-27 09:03:54 DÎLOK - Malbata Ozturk li Dîlokê dijî ji malbatê 2 kes girtî ne. Ji ber ku her girtiyek li bajarekî cuda tê ragirtin, bi sala ye malbat di navbera 3 bajaran de tê û diçe.  Malbata Ozturk li Dîlokê dijî û ji ferdên malbatê Necdet û Bakir Ozturk ji gulana sala 2012’an heta niha girtî ne. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kayseriyê de derheqê her du birayan de bi îdiaya “Xerakirina yekparetiya dewletê” doz hate vekirin. Di gulana heman salê de 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Herêmê ya Enqereyê 3 caran cezayê muebbeda girankirî li her du birayan birî. Biryar, di sala 2016’an de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ji birayan Necdet Ozturk li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê û Bakir Ozturk jî li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Her du bira jî ev 8 sal in di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Malbata wan jî li Dîlokê dijî û bi sala ye ji bo hevdîtinê neçar dimînin ku bi sedan kîlometreyan biçin û bên.    REWŞA TENDURISTIYÊ YA NECDET   Birayê girtiyan, Îbrahîm Ozturk têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Necdet, girtiyekî nexweş e û bi tena serê xwe di odeyê de tê ragirtin. Car bi car ser hişê xwe diçe. Ji ewil li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dihat ragirtin. Piştre şandin Tîpa L’yê. Di nîsanê de jî şandin Kirşehîrê. Ew nebirin cem girtiyên siyasî, li bloqeke cuda tê ragirtin. Xwestine bibin qawîşa girtiyên serbixwe. Wî jî qebûl nekir û dest bi grevê kir. Niha jî bi tena serê xwe tê ragirtin. Niha li heman korîdorê bi 3 girtiyên siyasî re dimîne lê nikarin bên gel hev. Got ku tenê dengê wan dibihîse. Van girtiyan bi hev re dibin hewşê lê Necdet bi tenê dibin.”    Kek Ozturk da zanîn ku birayê wî Bakir Ozturk jî ji ewil li Dîlokê hatiye ragirtin û piştre birine Sîncanê û herî dawî jî sewqî Tekîrdagê hatiye kirin. Ozturk, wiha domand: “Herî dawî çendek hefte berê em li ser telefonê bi Bakir re axivîn. Got ku rêveberiya girtîgehê radyoyên ew bi xwe jî difiroşin qedexe kiriye û kom kiriye. Tevî ku qedexe nîne jî pirtûkên bi kurdî tên desteserkirin.”    Îbrahîm Ozturk   'GIRTÎGEH VEGUHERÎNE NAVENDÊN ÎŞKENCEXANEYAN’    Ozturk, diyar kir ku 3 zarokên kekê wî Bakir Ozturk hene û wiha got: “Ev rewş bandoreke neyînî li zarokên wî jî dike. Neçar man ku dev ji dibistanê berdin. Ez 4 sal û nîvan girtî mam. Birayê min 12 salan girtî ye û min tenê karî 3 caran biçim serdana wî. Dayika min û zarokên wî jî pir kêm caran karîn biçin serdanê. Ji ber ku cihên lê tên ragirtin pir dûr in. Ji ber vê me serî li Wezareta Dadê û Meclisê da. Tevek jî hatin redkirin. Girtîgeh veguherandine navendên îşkenceyê. Li wir tu kes bi qanûnan nake. Her berpirsyar li gorî serê xwe tevdigere.”    Ozturk, got ku divê zextên li girtîgehan tavilê bi dawî bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Çima vê bêedaletiyê li kurdan ferz dikin? Ji bo me edalet tune ye. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û her cureyên gefan li girtiyan dixwin. Divê her kesên ji xwe re dibêjin xwedî wijdan û exlaq li dijî bêedaletiyê derkevin.”    MA / Ceylan Şahînlî