Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin 2024-09-27 10:28:42   AMED - Faîlên Ceylan Onkol a bi guleya hewanê ya ji qereqolê hate avêtin hate qetilkirin 15 sal in nehatin darizandin. Hevala Onkolê, Senîha Onkol wiha got: “Ji ber ku kujer dewlet e hat veşartin.”   Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve pezê xwe diçêrand, bi guleya hewanê ya ji qereqola leşkerî hatibû avêtin, hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re ewqas sal derbas bûn lê belê hê jî kujerek jî nehatiye dîtin û darizandin. Kesên li herêma ku Ceylan lê hatiye qetilkirin dijîn demekî dirêj nekarin li wê herêmê bigerin.    Bedena Ceylana biçûk 6 saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên der barê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire.   DADGEHA MAFÊN MIROVAN BIRYARA BINPÊKIRIN NÎNE DA   Piştî salekê ango di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartina ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat dayîn. DMME’yê 5 sal şûn de di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da.    Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist. Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza tazminata madî û manewî serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin.    ÎDARE BIQISÛR HATE DÎTIN   Biryar birin Dadgeha Kargeriya Bilind. Dadgeha Kargeriya Bilind di 16’ê gulana 2019’an biryara ku divê ji malbata Onkolê re tazmînat were dayîn xera kir û biryar da ku divê doz di çarçoveya rêgezên “berpirsyariya bêqisûr” an jî “qisûra xizmetê” de bê lidarxistin. Li ser vê yekê Dadgeha Îdareyê di 8’ê adara 2021’an de biryar da ku bi giştî 283 hezar lîre tazmînata madî û manevî ji bo malbatê were dayîn. Biryar hate dayîn ku di bûyerê de malbat ji sedî 10 îdare jî ji sedî 90 biqisûr e. Hem malbata Onkol hem jî parêzerên wezaretê careke din ji bo temyîzê serî li Dadgeha Kargeriya Bilind dan. Tevî ku 3 sal jî derbas bûn hêj Dadgeha Kargeriya Bilind biryarek nedaye.    Dayika Ceylanê Salîha Onkol û dotmam û hevala wê ya zarokatiyê Senîha Onkol tiştên di nava 15 salan de qewimîn vegotin.    ‘KEYFXWEŞIYA ME BÛ’    Salîha Onkol a her cara têkildarî Ceylanê diaxivî, diçû kêliya ku bûyer qewimî, tevî ku 15 sal derbasbûne jî tiştên diqewimin weke duh tên bîra wê. Dayik Onkol a têkildarî wê rojê şahidiniya xwe vegot, anî ziman ku piştî her zaroka li kolanê dibîne Ceylan tê bîra wê û bi lêv kir ku di nava zarokan de li Ceylanê digere. Dayik Onkol, bi lêv kir ku Ceylan zarokeke jîr û serkeftî bû wiha got: “Heval û mamosteyên Ceylanê gelek jê hez dikirin li malê keyfxweşiya me bû.”   Dayik Onkol diyar kir ku roja ku Ceylan hate qetilkirin roja ewil a dibistanê bû û wiha berdewam kir: “Min jê re got here dibistanê. Ji min re got ‘Dayê ez ê îro bi te re bimînim û alîkariya te bikim’. Min çend jê re got here dibistanê jî neçû. Pişt re ji min re got dixwazim biçim ber bizina. Dîsa her çiqas min jê re got neçe jî bi biryar bû ji bo ku biçe ber bizinan amadekariyên xwe kirin. Şewqeyê xwe da serê xwe, lepikên xwe xistin destê xwe û goreya xwe kir pê xwe. Destê min maç kir. Got ‘Dayê tu ji min re meqerneyan çêbike ez ê werim’. Ceylan çû, min karên xwe xelas kirin û ji bo wê dest bi çêkirina meqerneyan kir.”   ‘MIN PARÇEYÊN WÊ DI PAŞÊYA XWE DE BERHEV KIR’    Onkol, bi bîr xist ku parçeyên Ceylanê di paşêya xwe de berhev kirin û tiştên ku roja bûyerê qewimîn wiha vegotin: “Saet dora 11.30’an bû. Tiştek bi dengekî bi ser malê re çû û li cihekî nêz ket û teqiya. Dema min deng bihîst derketim derve. Dema ku ez da meqerneyan li ser agir deynim, cîranan bang kir; Xwişka Salîha kî li cem bizinan heye? Guleya hewanê li wir ket.’ Kekê Ceylanê beriya min çû cihê ku bizin lê. Kurê min got ‘Xwîn ji bizinekê tê lê Ceylan xuya nake’. Min jê re got ‘bang lê bike dibe ku birîndar be’ Pişt yek carê qîr kir û got ‘Ceylan parçe parçe kirine…’ Kurê min cilên xwe ji ber xwe kirin û hewl da laşê Ceylanê yê parçebûyî veşêre. Hewl da dîtina min a parçeyan asteng bike. Her çiqas got ku ‘Dayê ez qurbana te bim neyê, Ceylanê di wî halî de nebîne’ jî nekarî bibe asteng. Ez ber bi Ceylanê ve beziyam û laşê keça xwe yê parçebûyî dît. Min ewilî kezeba wê xist devê xwe pişt re xist paşêya xwe. Min dest bi berhevkirina parçeyên din jî kir. Min serê Ceylanê jî danî ser çokê xwe û wiha sekinim. Pişt re cîranên me hatin û parçeyên Ceylanê ji min wergirtin.”   KARÛBARÊN OTOPSIYÊ LI QEREQOLÊ HATIN KIRIN!   Dayik Onkolê bi bîr xist ku laşê keça wê yê parçe kirî 6 saetan li erdê ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne dozger ne dadger ne leşker kes nehat. Dozger bi hinceta ‘ewlehiya canê min nîne’ nehate cihê bûyerê. Qereqolê jî kamereyek da meleye gund û şand cihê bûyerê. Piştî 6 saetan me bi derfetên xwe cenazeyê Ceylanê bir Qereqola Abaliyê. Karûbarên otopsiyê yên Ceylanê jî li qereqolê bi destê cendermeyan hate kirin. Heta ku karûbarê otopsiyê xelas bû, bû êvar. Me cenaze anî malê li gund defin kir.”   Dayik Onkol, bal kişand ku piştî Ceylanê jî qetilkirina zarokan hate berdewam kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her qetilkirina zarokekê/î de Ceylan tê ber çavên min. Weke ku Ceylan jinûve hatibe qetilkirin hîs dikim. Ez weke dayikekê naxwazim êdî zarok bên qetilkirin. Min xwest komkujî bi dawî bibin û aştî pêk were. Bi ser qetilkirina Ceylanê re 15 sal derbas bûn lê faîlek jî derneket holê. Dixwazim edalet pêk were û kujerên keça min bên girtin û cezakirin. Encax wiha dikarin pêşiyê li komkujiyan bigirin.”   DOTMAMA ONKOL: DI HIŞ Û BÎRAN DE MA   Senîha Onkol a hem dotmam hem jî hevala zarokatiyê ya Ceylanê ye jî wiha got: “Dibistan 4 kîlometreyan dûrî gundê me bû. Şertên zivistanê gelek zorî dida me û em ji ber sarmayê dicemidîn, carna rê dihatin girtin. Lê Ceylan di rê de her tim ji me re dibû moral. Tevî şertên zor û zehmet jî hezkirina wê ya xwendinê gelek zêde bû. Ji ber ku xeyalên wê hebûn. Dema Ceylanê jiyana xwe ji dest da em li dibistanê bûn. Dema me agahiya kuştina Ceylanê bihîst, ji mamosteyan heta xwendekaran her kes bi bandor bibû û gelek xemgîn bibû. Ya ku em gelek xemgîn kirin jî cureyê qetilkirina wê bû. Me bi salan travmaya Ceylanê nekarî ji ser xwe biavêjin. Gundiyan û malbata Ceylanê bedenê parçekirî yê Ceylanê ji biniya daran û derdorê kom kir. Ne tişteke hesan û bê ragirtin bû. Qetilkirina Ceylanê di hiş û bîran de ma.”   ‘FAÎL DIVÊ BÊN CEZAKIRIN’    Onkol, wiha berdewam kir: “Ev yek careke din nîşan dide ku welat çiqas bêhiqûq û bêedalet e. Bi ser qetilkirina Ceylanê re 15 sal derbas bûn lê di dosyaya Ceylanê de tu pêşketin nîne. Faîl hêj li derve ne û dibe ku hin zarokên din jî qetil dikin. Herkes baş dizane ku di dosyaya Ceylanê de îhmalek heye. Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin. Hêj jî faîl nehatine dîtin. Heke faîl dewlet be jî divê were cezakirin û edaleta li welat nîne divê êdî were pêkanîn.”   MA / Heval Onkol