Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn 2024-09-27 11:56:11 STENBOL - Ji bo bibîranîna akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin dê li Stenbolê roja îmzeyê ya pirtûka wê “Bêhna Gulê” were lidarxistin.  Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama sûîqestekê de hatibû qetilkirin. Ji bo bibîranîna Akarsel, dê li Stenbolê roja îmzeyan a pirtûka wê ya “Bêhna Gulê” bê lidarxistin.    Roja îmzeyê bi pêşengtiya Atolyeya Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve tê organîzekirin. Pirtûk dê ji hêla siyasetmedar Sebahat Tuncel ve bê îmzekirin.    Çalakî dê di roja qetilkirina Akarsel de anku di 4’ê cotmehê saet di 19.00’ê de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Beyoglûyê were lidarxistin.