GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir 2024-09-27 14:31:00   AMED - GABB’ê biryara avahiya akademiya xwe ku ji aliyê qeyûman ve şiklekî neqanûnî hatibû dewrkirin, betal kir.    Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrojhilatê Anatoliyê (GABB) 2'yemîn civîna Meclisê ya Asayî ya meha îlonê li dar xist. Hevserokên GABB’ê Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk û hevşaredar û endamên meclisan ên endamên GABB’ê tev li civînê bûn. Di civînê de li ser 18 xalên rojevê hatin giftûgokirin. Guhertinên dê di rêziknameya Yekitiyê dê bên kirin, Plana Stratejîk a Serdema 2025-2029, bernameya performans û xebata salane ya malî ya 2025’an, brenameya budçeya sala 2025’an hat giftûgokirin û biryar hat dayîn.    Di civînê de li ser avahiya Akademiya GABB’ê ku li navçeya Rezanê ye û di serdema qeyûman de 31’yê çileya 2024’an ji bo 25 salan belaş dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Amedê hatiye kirin, giftûgo hat kirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku ev dewra neqanûnî ku hatiye kirin bê betalkirin. Biryar hat dayîn ku ji bo valakirina avahiya akademiye û karûbarên pêwîst bên kirin erkê dan serokatiya yekitiyê.