Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin 2024-09-27 14:44:03   WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şermezarkirina serdegirtina saziyên zimanê kurdî û piştevaniya bi mamsoteyên kurdî yên hatin binçavkirin re çalakiya rûniştinê li dar xistin û zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin.   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo serdegirtina saziyên kurdî û binçavkirina mamsoteyên kurdî şermezar bikin, li Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê hatin cem hev. Dayikan li vir çalakiya rûniştinê pêkanîn û di çalakiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Rêveberên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Alîkariya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), xebatkarên Kovara Jineolojiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.   ‘TEVLIBÛNA MITÎNGÊ GIRÎNG E’   Di çalakiyê de Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay axivî û çalakiya dayikan silav kir û da zanîn ku ew bi saya têkoşîna dayikan gihiştine vê merhelê. Okay anî ziman ku tenê ne li ser zimanê kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê û li ser girtîgehan jî êrişên mezin hene. Okay destnîşan kir ku li dijî van êrişan berxwedanek mezin jî heye û got: “Em ê bi saya vê berxwedanê tecrîda li ser birêz Ocalan jî rakin û gava yekem ya vê yekê jî mitînga Amedê ye. Ji ber vê yekê tevlibûna mitînga Amedê gelek girîng e.”   ‘ÊDÎ BES E’   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li zimanê xwe derbikeve û wiha got: “Tu kes nikare zimanê em qedexe bike. Divê li dijî zextên li ser zimanê kurdî em deng derbixînin. Êrişên li ser zimanê kurdî ne exlaqî ne jî wijdanî ye. Êdî bes e.”   ‘ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE’    Endama Meclisa Şaredariya Şaxê Edîbe Babûr jî axivî û bal kişand ser çalakiya dayikan. Babûr anî ziman ku ew ji bo vê çalakiya pîroz minedarê dayikan in û got: “Heke heta îro zimanê me hatibe, ev keda we ye. Em jî soz didin ku heta em saxbin, em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin û têkoşînê bikin. Zimanê rûmeta me ye.”   Dengbêj Miqedes û Apê Îsiv di çalakiyê de kilam û stranên gotin û çalakgeran bi hev re govend gerand.