Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2024-09-27 19:36:22   AMED – Di lêpirsîna li hemberî saziyên ziman de 13 kesên îfadeya wan a dozgeriyê hat girtin bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin irin.    Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney roja 25’ê îlonê piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan û Mustafa Açmaz jî piştî îfadeyên dozgeriyê hat berdan.    Ji 28 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê 6 kesên din jî piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan û 22 kesên din birin Edliyeya Amedê. Hat zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî giliyên mamosteyên kurdî kiriye.    Navên kesên ku piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan ev in: Nazan Çelîk, Hebûn Yagmur, Hasan Îkvan, Şehriban Ayluçtarhan, Mehmet Selîm Temel û Niştiman Gul.   Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin Hasan Gurpinar, Rabîa Karayil, Ramazan Holat, Yaşar Aslan, Ahmet Boltan, Fatma Îgîn û Cihat Cagrici piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan.    2 KES BI DAXWAZA GIRTINÊ SEWQÎ DADGEHÊ HATIN KIRIN   Hevserokên MED-DER'ê Şukran Yakût û Mehmet Remzî Azîzoglû, Îpek Oyûr, Berivan Dûman, Rezan Aktûlûm, Berîtan Gurbet Orak, Belkisa Sulyemnaoglû Bîtkîn, Şîlan Elmas Kan, Mîne Karakaş, Mehmet Salih Ongun, Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Rojda Yildiz, Ayhan Karatekin û İlyas Gun bi şertê kontrolkirina edlî û Dîlan Guvenç û Rifat Ronî jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.