ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-09-28 09:00:09   * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek anî ziman ku divê Tifaqa Ked û Azadiyê bêyî ku bikeve nava kêmasiyên berê bê mezinkirin û got ku tifaqeke ku ji hilbijartinê wêdetir, divê li şûna dijberiya du hêzên serdest bibe "hêza çareseriyê".   * 26 sal di ser derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re ku bi şirîkantiya hêzên kûrewî hat derxistin, derbas bûn. "Qirkirina" hatibû armanckirin pêk nehat û agahiyên ku paşê derketin holê "tifaqa berjewendiyê" eşkere kirin.    * Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku peymana dawî di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de û hevdîtinên dawî li ser tunekirina destekftiyên kurdan e û got: “Heke ev plan bidomin wê şer hin belavtir bibe. Lê kurd ne bi tenê ne û qet jî bêparastin nîn in.”    * Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal diyar kir ku amadekariyên mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê kirin didomin û destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîzên li welat divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.   * ATK’ê derbarê girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji bo pere ji keça xwe û hevala wê re şandibûn cezayê hefsê lê hatibû birîn de rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da.    * Derûnnas Salîh Tekînalp ê got ku rizîbûna exlaqî zêde bûye, anî ziman ku her roj cînayeteke Narîn Guranê pêk tê û diyar kir ku ne keseke Guran kuştiye ev feraseteke û bi lêv kir ku çareserî di civaka exlaqî û polîtîk de ye.    * Ji wênesazên ku wêneyên kesên ku pêşengiya çand, ziman û hunera kurdî kirine li kolanên Êlihê dineqşîne Rûken Ekîncî diyar kir ku armanca wan ew e ku van nirxan bigihînin gel.   * Li gundê Mizagê yê ser bi navçeya Licê ya Amedê ve dê li dijî vekirina kana madenê daxuyanî bê dayîn. (12.00)    * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih, Geverê û Îzmîrê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê dê çalakiya xwe ya heftane bidomînin. (12.00)    * Rêveberên MED-DER'ê bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo şermezarkirina girtina mamoste Rifat Ronî û serdegirtinên saziyên zimanê kurdî dê daxuyanî bide. (12.00)   * Hewldana Edaletê Ji bo Roboskî bi wesîleya 153'yemîn a komkujiyê dê li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê dê bi daxuyaniyan balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Meclisa Jinan a DEM Partiya Stenbolê dê li Qada Neyzen Teyfîk a Kartalê şahî li dar bixe. (15.00)