Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve 2024-09-28 09:00:16 NAVENDA NÛÇEYAN - 26 sal di ser derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re ku bi şirîkantiya hêzên kûrewî hat derxistin, derbas bûn. "Qirkirina" hatibû armanckirin pêk nehat û agahiyên ku paşê derketin holê "tifaqa berjewendiyê" eşkere kirin.  Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku dergûşa civakîbûn, bawerî û şaristaniyan ye, ji ber dewlemendiyên xwe yên binerd û sererd, rêyên bazirganiyê yên girîng û cihên jeopolîtîk her tim bûye hedefa hêzên global ên emperyalîst û hêzên herêmî yên girêdayî wê. Ligel ku di pêşbaziya enerjiyê de bûye qada reqabetê, di heman demê de bûye navenda têkoşîna bîrdozî û siyasî ya hêzên cîhanî jî. Hêzên dijpergalê yên li dijî pergala tekparêz û dagirkeriyê û rêberên wan, her tim bûne hedefa van hêzan.   Siyaseta navborî ji aliyê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ve tê meşandin ku di sala 1949’an de bi pêşengiya DYA’yê ji bo armancên “parastinê” li dijî Yekîtiya Sovyetê hat avakirin. NATO ya ku di dema Şerê Sar de wekî rêxistineke "êrişkar" tevgeriya û piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê "ji nû ve şikilkirina cîhanê" ji xwe re kiriye armanc, ji roja hatiye damezrandin heta niha rêxistin û rêberên ku wekî "xetere" dibîne dike hedef.   Ji armancên sereke yek jê ya NATO ku di sedsala 21'ê de bi stratejiya "veqetandina serî ya ji laş" hereket dike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû ku bi milyonan kes ji bo wî dibêje "rêberê min e".    DERKETINA JI SÛRIYEYÊ   Dewletên NATO'yê bi hevkarên xwe yên herêmî re di salên 90'î de stratejiya tunekirina Rêberê PKK'ê Ocalan dan destpêkirin. Ji ber zextên li ser Serokkomarê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz Esad, Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve.   Komploya ku ji aliyê Serokê DYA’yê yê wê demê Bill Clinton ve hatibû îmzekirin û pêkanîn,tunekirina Ocalan û tasfiyekirina PKK’ê ji xwe re kir armanc; Wê nehiştina Ocalan têketa Yewnanîstanê ya ku wî dixwest biçê û di vegerê de wê li hewayê bihata tunekirin. Lê belê dema ku Ocalan venegeriya û ji Yewnanîstanê çû Rûsyayê ev plan pûç bû. Hemû welatên ku Ocalan piştî ji SÛriyeyê derket û ber bi wan ve çû, wekî parçeyeke komployê rola xwe lîstin. Rola Yewnanîstan ku Ocalan ewilî çû wir û ya Rûsyayê bûn rolên diyarker û muameleya "kesê nayê xwestn" li her derê hat pêkanîn.   ÇIMA EWROPA?   Dû re Ocalan berê xwe da Ewropayê. Ocalan wê paşê ji bo vê pêvajoyê ev tişt bigotana: "Armanca min a li Ewropayê ew bû ku ez meseleya kurd ber bi platformeke demokratîk ve bibim. Siyaseta çareserkirinê ya demokratîk a ku min ê li Ewropayê pêş bixista, wê dawî li vî şerî bianiyana. Ger piştgirî bihata dayîn, wê Tirkiye jî ber bi vê helwestê ve bihata."    Hêzên NATO’yê bersiva “niyeta” Ocalan bi berdewamkirina komployê dan. Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi binpêkirina peymanên navneteweyî anîn Tirkiyeyê.   Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî matmayîna xwe ya li hember vê rewşê anîbû ziman û gotibû, "Ez fam nakim çima Amerîka dest ji Apo berda."   Rastiya pêvajoya ku Ecevît tê de derbas bû û nikaribû wateyekê lê bar bike, wê di dema pêş de baştir bihata fêmkirin; Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Doza Atînayê ya Komploya Navneteweyî" de komploya navneteweyî ya bi qasî 5 mehan dewam kir, bi berfirehî eşkere kir.   GAV BI GAV KOMPLO   27 Cotmeh 1994: Serokê Amerîka yê wê demê Bill Clinton li Şamê bi Hafiz Esed re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku serdan ji bo "li Rojhilata Navîn aştiyeke berfireh pêk were" hatiye kirin. Lê belê ji 4 saetên hevdîtina Bill Clinton û Hafiz Esad 3 saet jê li ser Abdullah Ocalan bû. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan wekî “tehdîda herî mezin” hat hedefgirtin.   23 Sibat 1996: Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di warê leşkerî de peymaneke nû ya hevkariyê hat îmzekirin. Di peymanê de hevkariya li dijî Sûriyeyê jî hebû. Di vê çarçoveyê de zextên li ser Sûriyeyê hatin zêdekirin.    9 Nîsan 1996: Li Qesra Spî ya Washingtonê di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Costas Simitis û Serokê DYA'yê Bill Clinton de civîneke "veşartî" hat lidarxistin. Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Tirkiye û Yewnanîstanê hatin gotûbêjkirin. Simitis piştgirî da polîtîkayên Amerîkayê yên herêmî û hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl kir. Clinton jî soza çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Yewnanîstanê da. Di demên pêş de derket holê ku  di çarçoveya "hevkarî û çareseriyê" hat gengeşekirin de yek ji mijarên sereke Abdullah Ocalan bûye.    6 Gulan 1996: Di dema ku hevdîtin û peymanên navbera dewletan dewam dikirin, li Şamê bi wesayiteke bombebarkirî li dijî Abdullah Ocalan sûîqestek hat kirin. Li nêzî mala ku tê texmînkirin Abdullah Ocalan lê ye, wesayîteke bi teqemeniyên C4 barkirî hat teqandin. Piştî teqînê demeke kin rojnameyên Londonê dest bi nûçeyan kirin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.   Gulan 1997: Wezîrê Parastinê yê wê demê Tûrhan Tayan serdana Îsraîl û Girên Golanê yên li Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin kir. Rayedarên îsraîlî piştî serdanê cara yekem li dijî komên kurd daxuyanî dan.   16 Îlon 1998: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an teslîmkirina Abdullah Ocalan kir.   17 Îlon 1998: Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ji bo Enqereyê hat vexwendin. Barzanî piştre bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat cem hev û ber bi Washingtonê ve hatin şandin. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya kurdan a Washingtonê hat îmzekirin. Tasfiyekirina PKK’ê û hevkariya li ser Sûriyeyê jî di nava armancên peymanê de bûn. Di hevdîtinê de avakirina Iraqê ya li ser bingeheke federal jî hat gengeşekirin.   30 Îlon 1998: Di Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ku bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel hat lidarxistin, vebijêrkên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.   3 Cotmeh 1998: NATO, li Îskenderûna li ser sînorê Sûriyeyê tetbîqata leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ji ber vê yekê zextên li ser Şamê ji bo derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatin zêdekirin. Her wiha di çarçoveya tetbîqatê de keştiyên şer û mûşekên pêşketî yên hêzên deryayî yên Amerîkayê ber bi sînorê Sûriyê ve li rojhilatê Deryaya Sipî hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Di heman demê de Fermandarê Hêzên Bejayî Atîlla Ateş û Serokkomar Demirel jî li ser Sûriyeyê û Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di demeke kin de leşker derbasî sînorê Sûriyeyê yê 618 kîlometreyî ku ji Hatayê ber bi navçeya Şirnex Cizîrê hatin kirin û hişyariya narincî ya ber bi alarma sor ve diçe ji baregehên hewayî yên Amed-Meletiyê re hat dayîn. DYA, bi Misir û Erebîstana Siûdî re însiyatîfeke dîplomatîk girt û xwest zext li Sûriyeyê bê kirin.   9 Cotmeh 1998: Sûriye li hemberî zextên DYA-Îsraîl-Tirkiyeyê serî tewand û zor da Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê derkeve. Piştî vê Abdullah Ocalan jî, ji Sûriyeyê derket. Ocalan, bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê.   Sibe: Tiştên di navbera 9'ê Cotmeha 1998-15'ê Sibata 1999'an de qewimîn