Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin 2024-09-28 15:03:22   ENQERE - Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniya ji bo meha 153’yemîn a Komkujiya Roboskî de axivî û got: “Civak bi şer nayê rêvebirin. Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî.”    Hewldana Ji bo Roboskî Edaletê bi boneya meha 153’yemîn a Komkujiya Roboskî li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila carek din Roboskî pêk neyên” hat vekirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend.    Yazmaci diyar kir ku kesên ku Komkujiya Roboskî pêk anîn 13 sal in li korîdorên pergalê digerin û got: “153 meh in me hiqûqê nedîtiye. 665 hefte ne cezanekirin didome. Ji roja komkujiyê heta îro; rêveberên Tirkiyeyê, Meclis, daraz, AYM û DMME bi hevkarî bêedaletiyê zindî dike. Rêveberên vî welatî qetlîamên Îsraîlê dixin rojeva xwe lê qetlîamên xwe ji nedîtî ve tên. Mekanîzmaya edaletê nadin xebitandin. Tenê ji bo serdanê diçin Roboskî. Civak bi şer nayê rêvebirin. Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî. Divê berpirsiyarên Komkujiya Roboskî derxin holê. Me Roboskiyê ji bîr nekir, em ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin.”