Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin 2024-09-29 11:51:34   AMED - Walîtiya Amedê ketin û derketina çoltarê gundê Eskarê û mezrayên Simetax, Guhermî û Nedrehuşê yên Pasûrê ji bo 15 rojan qedexe kir.    Walîtiya Amedê herêma di navbera çoltarê gundê Eskarê û mezrayên Simetax, Guhermî û Nedrehuşê yên navçeya Pasûr a Amedê de ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Li gorî daxuyaniyê, ketin û derketina vê herêmê heta 13’ê cotmehê dê girêdayî destûra walîtiyê be.