Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin 2024-09-29 16:01:43   AYDIN - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiyê ya Aydinê de axivî. Beştaş, ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê banga tevlibûnê kir û got: “Em ê di mitîngê de li dijî tecrîdê bibin deng.”    Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê 2’yemîn Kongreya Asayî li eywaneke dawetan a Taxa Ovaeymîr a navçeya Efelerê li dar xist. Pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê em pêşiya komkujiyên jinan bigirin”, “Ciwan mezin dibin ber bi şoreşê ve dimeşin” û “Em ji bo jiyana azad û wekhev biisrar xwe birêxistin dikin” hatibûn daliqandin. Eywana konferansê bi alayên DEM Partiyê hatibû xemilandin.    Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hate hilbijartin. Hevserokên bajar ên heyî ji ewil axivîn, beşdar silav kirin û serkeftin ji rêveberiya nû re xwestin.    Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, got ku mijara sereke ya bernameya partiya wan têkoşîna azadiyê ya jina ye. Beştaş, got ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li tevahiya cîhanê olan da ye. Beştaş, got ku dê bi tu awayî tawîzê ji têkoşîna wekheviyê ya jinan nedin.    ENIYA DEMOKRASIYÊ   Bi domdarî Beştaş anî ziman ku gelên Tirkiyeyê niha di rewşekî gelek xerab de ne û wiha got: “Ma kî dikare nihar bibêje ez halxweş im û xeyalên min ji bo siberojê hene. Rêya xelasiya ji vê rewşê, têkoşîna hevpar e. Em niha hewl didin eniyeke demokrasiyê ya tifaqa ked û azadiyê jî derbas dike ava bikin. Lewma DEM Partî dê di avakirina pêşeroja Tirkiyeyê de xwedî roleke girîng be.”    JI BO MITÎNGA LI AMEDÊ BANG KIR   Di berdewamê de Beştaş bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 43 meh in agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Bi hinceta avêtina voltayan û axaftina bi girtiyên din re cezayê disiplînê didin birêz Ocalan. Armanca wan, afirandina polîtîkaya neçareseriyê ye. Em dizanin bê ka biryara tecrîdê kîjan navendê daye. Di sala 2012 û 2014’an dema pêvajoya çareserî û guftûgoyê didomiya, xelk aram bûbû. Ji ber ku li Îmraliyê ji bilî aştiyê tu deng dernediketin. Ji bo ku ew deng dîsa bilind bibe, partiya me xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de em ê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngê li dar bixin. Em ê di wê mitîngê de li dijî tecrîdê bi dengekî bilind biqîrin.”    RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN   Piştî axaftinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Herî dawî jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya nû hate diyarkirin. Şukran Sari û Husnu Taş weke hevserokên bajar ên nû hatin hilbijartin.