Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye 2024-09-29 17:10:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî daxuyand ku bi êrişên Îsraîlê re mîlyonek welatî neçarî koçberiyê tên kirin.  Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî anî ziman ku ji ber êrişên Îsraîlê ew bi metirsiya koçberîya herî mezin a dîroka welat re rû bir û mane. Mîkatî diyar kir ku ji ber êrişan dibe ku mîlyonek welatî neçarî terikandina malên xwe bibin. Herwiha Mîkatî da zanîn ku ji dîplomasiyê bêhtir tu vebijêrka wan jî nîn e.’   NY DANEYÊN KOÇBERIYÊ PARVE KIR    Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi daxuyand ku heya niha 200 hezar kes di nav sînorên Lûbnanê de neçarî koçberiyê hatine kirin û got ku heya niha 50 hezar kes jî derbasî welatê cîran, Sûriyeyê bûne.    METIRSIYA XUREKAN    Rêxistina navenda wê Roma a Bernameya Xurekan a Cîhanê (WFP) destnîşan kir ku wan bi lezgînî ji bo Lubnanê alîkariya xurakan daye destpêkirin. WFP’ê diyar kir ku wan heya niha xurek dane 66 hezar kesan. Berpirsê WFP’ê yê herêmê Corinne Fleischer wiha got: “Lubnan ber bi têkçûnê ve ye û dê nikare şereke din ragire.”    Artêşa Lubnanê jî bang li gel kir ku yekitî û aramiya welat nexin xetereyê.