Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’ 2024-09-29 20:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan kurdistanî û dostên kurdan li Almanyayê bi diruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ve beza maratonê li dar xistin.   Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi dehan kurdistanî û dostên wan ên elman ku bi dirûşmeya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî” li hev civiyan, li navenda bajêr beza maratonê li dar xistin.   Çalakvanan tîşortên “Ji Ocalan re Azadî”  (Freiheit Für Öcalan) li Hamburg Europa Passage dest bi maratonê kirin. Çalakvanên ku li kolana herî qerebalix ê bajêr 7 kîlometre beziyan, dubare vegeriyan Europa Passage û maratonê bi dawî kirin.   Çalakvanan bi daxuyaniya xwe ya li qadê ragihandin ku wê tevahiya meha cotmehê meşên wan ên azadiyê wê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî” li sedan navendên Ewropayê dewam bike.   Çalakvanan di çarçoveya rêzeçalakiyên ku wê heta 10’ê cotmehê dewam bike de, ku salvegera kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ye, dê her roj li bajêrekî cuda danezanan belav bikin, standên agahdarkirinê vekin û bimeşin.