Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin 2024-09-29 22:15:19 AMED - Bi hezaran kes tev li konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistiye bûn. Hevşaredar Dogan Hatûn wiha got: “Em ê ji bo azadiya xwe, xwedî li axa xwe, ziman û çanda xwe derbikevin.”   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd bi tevlibûna herzaran kesan, konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler li dar xist. Tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, gelen nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hezaran kes tev li konserê bûn.    Di serî de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn destnîşan kir ku qeyûm bi 8 salan ji bo ziman û çanda kurdî qedexe bike çi ji destê wî hatiye kiriye û wiha got: “Yên ku ziman û çanda me qedexe bikin çi ji destên wan hatibe kirine, bila li vê qadê binêrin. Xwestin ziman û çanda me tune bikin. Lê em li cihê ku hatine lê, bi ziman û çanda xwe ve li vir in. Li her cihê ku huner lê heye azadî heye, li her cihê azadî lê heye jî aştî heye. Xwedî li çanda xwe, kolanên xwe û tenduristiya xwe derkevin.”    ‘JI BO AZADIYÊ AŞTIYEKÎ BIRÛMET ŞERT E’   Şahîn diyar kir ku li cihê ku azadî nebe dê aştî jî nebe û gotinên xwe wiha domandin: “Em ê bi zimanê xwe ve, çanda xwe ve, bi nasnameyên cuda ve bi hev re bijîn. Em rêzgirtina hev dizanin, û dê rêzgirtina hev bidomînin. Li van axan tişta herî pêwîst aştiyekî birûmet e. Ji bo aştiyekî birûmet jî azadî  hewce ne. Me got em ê çalakiyên çandî têxin rojeva bajarê xwe de. Şaredariyên me dê bibin rûye me, dê li kolanan bin. Em li her kolanê li her qadekê, hunera xwe berbelav bikin”   BANGA ‘MITÎNGA AZADIYÊ’   Şahîn banga tev li bûnê ji Mitînga Azadiyê ya ku dê di 13’ê cotmehê de were lidarxistin kir û axaftina xwe wiha domand: “Em dibêjim ku em azadiyê û aştiyê bi hev re rêxistin bikin. Em kolan bi kolan, mal bi mal rêxistin bikin. Em ji bo mitînga 13’ê cotmehê bi hev re bigerin. Ji ber pêdiviya herî mezin a van axan azadî û aştî ye.”    Girseya kom bûye, piştî axaftina Şahîn diruşma “Bijî Seroka Apo” berz kir.    ‘KOLAN DÊ BI ÇANDA ME VE TIJE BIBIN’   Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Me gotibû ku ‘Em ê werin, ew ê herin, dê kolanên me dîsa bi çand û zimanê kurdî tije bibe.’ Me soza xwe girt. Em hatin ew çûn, kolan êdî yên me ne. Dê zimanê me, çanda me, hunera me ji van kolanan kêm nebe. Em ê ji bo azadiya xwe xwedî li axa xwe, zimanê û çanda xwe derkevin. Azadî li benda me ne. Bi qasî ku ev qad tije bibin azadî nêz e. Ev destpêk e. Me sozên mezin dabûn. Em ê sozên xwe yek bi yek pêk bînin. Ev qad ji bo kurdan qadekî pîroz e. Dê ev qad her tim ji bo azadiya me tije bibe.”    Piştî axaftinan Koma Hevra û Kardeş Turkuler derketin ser dikê, stranên xwe strandin. Hunermend zextên ser saziyên zimanê kurdî yên 24’ê îlonê hatine kirin bi bîr xistin û anîn ziman ku ew ê li her qadekê ziman û çanda kurdî bidin jiyîn.