Amedspor bi serkeftinê maç temam kir 2024-09-29 22:30:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hefteya 7’emîn a Lîga TFF’ê de Amedspor bi Malatya Sporê re li deplasmanê hate pêşberî hev. Amedspor ji maçê bi serkeftinê vegeriya. Di hefteya 7’emîn a Lîga TFF’ê de Amedspor bi Malatya Sporê re hat pêşberî hev. Ji ber xebatên nûkirina stadyûma Malatyaspor a Nû didomiyan, maç li Rihayê hate lîstin. Amedspor di dewreya ewil de 2-0 pêş ket. Di dewreye duyemîn de her du gol avêtin û Amedspor bi encama 4-2 bi ser ket. Amedspor di 6 hefteyên derbasbûyî de 2 caran bi ser ket, 3 caran jî wekhev maç temem kirin û bi giştî 9 puan kom kirin.  Malatyaspora Nû jî bi 0 pûanan vegeriya û di dora dawiyê de cihê xwe digire.