Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome 2024-09-30 14:18:12   AMED - Operasyona leşkerî ya piştî biryara qedexeyê ya 5 herêman li Pîranê hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome.    Operasyona leşkerî ya piştî biryara qedexeyê ya 5 herêman li Pîran a Amedê hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome.  Yekîneyên taybet tev li operasyonê hatin kirin û di çarçoveya operasyonê de gelek gund hatin dorpêçkirin. Operasyona li gundên Tonekrag, Herêdo, Şingirîka Corîn û Şingirîka Cêrîn û Bahroyê berdewam in. Hat zanîn ku welatiyên dixwestin biçin nav rezên xwe û êzingan kom bikin ji herêmê hatin derxistin. Welatiyan gotin ku ji ber operasyon û astengkirinan pirsgirêkan dijîn.