Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin 2024-09-30 14:29:44   AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê protesto kir û destnîşan kir ku berpirsiyar Wezîrê Tenduristiyê ye.    Li serwîsa nihêrina awarte ya norolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê roja 29’ê îlonê xizmên nexweşekî êrişî kedkarên tenduristiyê kiribûn. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê li ber Serhekîmiya Nexweşxaneyê êrişa li ser kedkarên tenduristiyê şermezar kir. Gelek kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûnû pankarta “Em ji tundiya li ser civakê û hemû saziyên tenduristiyê re dibêjin na” vekirin.    Hevseroka SES’a Amedê Yildiz Ok Orak da zanîn ku kêmasiyên di pergala tenduristiyê de gel, ji vê yekê kedkarên tenduristiyê berpirsiyar dibîne û got: “Ev pirsgirêka pergalê ye. Ev kêmasiyên di pergala tenduristiyê de dibe sedema tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê. Îro hemû tundiyên tên kirin bi hev ve girêdayî ne. Pêlên tundiya li ser civakê xwe belavî ser kedkarên tenduristiyê jî kiriye.”    ‘BERPIRSIYAR DESTHILATDARÎ YE’    Nûnerê SES’ê yê Zanîngeha Dîcleyê Sezgîn Guler daxuyanî xwend û diyar kir ku tundî wek pandemiyê li ser qadên tenduristiyê jî belav bûye û ev tundî dem bi dem dibin sedema birîndarkirinê dem bi deman jî dibin sedma kuştinê. Guler anî ziman ku tundiya li qada tenduristiyê pirsgirêka tenduristiya civakê ye û got ku berpirsiyarê tundiya di qada tenduristiyê desthilatdarî û wezareta tenduristiyê ye.   Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên li dijî tudniyê hatin berzkirin.